Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin 2021-03-03 10:28:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî danayên JINNEWS’ê berhev kirin, di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin.    Li gorî danayên JINNEWS’ê berhev kirin, di meha Sibatê de 24 jin ji aliyê xizim û nasên xwe ve hatin qetilkirin, 5 jin bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan û bersûcê jinekê jî, nehat dîtin.    Di heman demê de, 4 jin ji aliyê zilaman ve bi giranî hatin birîndarkirin û 16 jin jî, bi tundî û tacîzê re rûbirû man. 2 zarok hatin qetilkirin, 5 zarok rastî tundiyê hatin, 2 zarok jî bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan û zarokek jî hat tecawîzkirin.    Li aliyê din, dadger û dozgeran, di meha Sibatê de, cezayê 5 bersûcên jinan bi hinceta “Rewşa baş” kêm kirin.