Karkerên tekstîlê yên jin: Em ne gotinên xemilandî, mafê xwe dixwazin 2021-03-06 09:03:24   EDENE - Karkerên tekstîlê yên jin, bal kişandin ser şert û mercên dijwar ên xebatê û destnîşan kirin ku tekane çare têkoşîn e.    Karkerên tekstîlê yên jin, di şert û mercên dijwar de dixebitin. Jinan li dijî van şert û mercên dijwar bal kişandin ser têkoşînê. Karkerên me bi wan re axivî, ji bo ku karên wan ji dest wan neçe, bi şertê ku navên wan neyê eşkerekirin axivîn.    Z.A. ku bi salan e di atolyeyên tekstîlê de dixebite got: "Em ketine etra nan ku em ê çawa bibin malê. Her tişt biha ye, lê keda me pir erzan e. Em wekî koleyan dixebitin, lê heqê me bi det me nakeve."    Z.A., bilêv kir ku li hemû qadên jiyanê ew jin, bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Z.A., diyar kir ku li cihê kar karkerên mêr henekên xwe bi wan dikin û heqaretê li wan dikin û patron jî cihêkariyê dike û heqdesta karkerên mêr ji ya wan zêdetir dide.    NE GOTINÊN 'XEMILANDÎ' HEQÊ XWE DIXWAZIN    Z.A., bal kişand ser 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî û got: "Şert û mercên me yên xebatê pir dijwar in. Em li devereke sergirtî û bêhewa û bê maske dixebitin. Em dawiya hefteyê jî dixebitin, lê heqê me nayê dayîn. Em bê sîgorte dixebitin û heqdesta me pir hindik e. Dibêjin 8'ê Adarê Roja Jinan, lê wê rojê gotinine xemilandî dikin. Madem jin ne di etra wan de ne, pêşî bila heqê me bidin me. Em jin jî, ji bo mafên xwe bi dest bixin, divê em bitêkoşin."    NEWEKHEVÎ DIDOME    Karkera tekstîlê Ş.Y. jî diyar kir ku bi heqdesteke hindik tê şixulandin. G.B. ku 3 sal in di atolyeya tekstîlê de dixebite, destnîşan kir ku rojê 12 saetan dixebite û got: "Di 8'ê Adarê de divê em careke din ji bo mafên xwe biqîrin. Divê meaşê karkerên mêr û jin wekhev be. Em bi dewleteke ku mafên jinan ji nedîtî ve tê re rû bi rû ne. Divê em xwedî li mafên xwe derkevin."    KEDA KU NAYÊ DÎTIN    Wezîra Bazirganiyê Rûhsar Pekcan, di 22'yê Sibata 2020'an de di komcivîna sektora tekstîlê de daxuyandibû ku milyon û 67 hezar û 23 kes di vê qadê de dixebite. Lê belê gava mirov kesên bê sîgorte dixebitin û penberan jî daxil bike, ev hejmar li dor 3 milyona ye. Ji sedî 75'ê van kesan jî jin û zarok in.    Karkerên ku erê sibehê saet di 8'an de dest bi kar dikin û heya 18.30'yî dixebitin, serê sibehê bêhnvedana wan 15 deqe û nîvro jî saetek e.    MA / Hamdûllah Kesen