48 jinên rojnamevan 8’ê Adarê li girtîgehan pêşwazî dikin 2021-03-06 10:00:56   ENQERE - Koordînatora Lêkolîna Koalîsyona Jinan a di Rojnamevaniyê de Ceren Îskît anî ziman ku li cîhanê 48 jinên rojnamevan di girtîgehan de 8’ê Adarê  pêşwazî dikin.    Li tevahiya dinyayê jin ji bo li dijî newekheviya li ser jinan, binpêkirina mafê jinan, tundî, tacîz û destdirêjiyê daxwazên xwe bi qîr in xwe ji 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re amade dikin. Wek li her qadên jiyanê rojnamevanên jin jî ku ked û gotinên xwe têdikoşin ji tundiya zilam-dewletê para xwe girtine û bi zext, tacîz û binpêkirina mafan re rûbirû dimînin. Lêkolîna Koalîsyona Jinan a di Rojnamevaniyê de ya ku binpêkirina mafan a li ser rojnamevanên jin li cîhan û Tirkiyê raporan amade dike û xebatên rojnamevanên jin dike wek datayê.    Koordînatora Koalîsyonê Ceren Îskît diyar kir ku sazûmankara Koalîsyonê rojnamevan Kiran Nazish a Pakîstanî ye û ew bi gef û cihêkariya pê re rûbirû maye derketiye rê û ji bo rojnamevanên din ên jin jî bi heman awayî bi gef û cihêkariyê re rûbirû dimînin û ji bo dengê wan were bihîstin û tora piştevaniyê saz bikin armanca wan e.    Îskît anî ziman ku ji piştî darbeya li Mynmarê ji 14’ê sibatê heta 1’ê adarê 25 rojnamevanên jin û zilam hatine binçavkirin û hêj 10 rojnamevan di binçavan de ne û aqûbeta wan ne diyar e. Îskît got li welatên wek Amerîka, Kosova, Elmanya, Tirkiye, Meksîka, Iraq û Hîndîstanê nûnertî û torên wan hene û ew ê di demek nêz de li Kanada, El Salvador, Îran, Nîjerya û Afganistanê jî torên biçûk saz kirine û ew heta niha xwe gihandine 94 welatan.    ‘HERÎ ZÊDE LI TIRKIYÊ ZEXT TÊN KIRIN’    Îskît anî ziman ku rojnamevanên jin li qadê û li saziyên çapemeniyê ji ber newekheviya zayendiya civakî bêtir di bin zextan de ne û welatên herî zêde zext lê hene wiha rêz kir: “Di nav welatên herî zêde binpêkirinên mafan lê heye, Tirkiye di rêzên ewil de cih digire. Ji bilî Tirkiyê ev zext li Amerîka, Rûsya, Hindistan, Pakistan, Belarus, Îranê hene. Li tevahiya cîhanê niha 48 rojnamevanên jin girtî ne. Li Îranê 10 rojnamevanên jin li Tirkiyê 7 rojnamevan girtî ne. 40 rojnamevan jî ji ber parvekirinên medya civakî, nûçeyan û nûçeyên nêlirêtiyê derxistine holê tên darizandin. Li Tirkiyê jî rojnamevan herî zêde bi zexta darazê re rûbirû ne. Rojnamevanên jin ên girtî 8’ê Adarê li girtîgehan pêşwazî dikin. Bila ew hevalên rojnamevan hêviya xwe xurt bikin çimkî rojên ronî nêz in. Em wek Koalîsyonê 8’ê Adarê li tevahiya rojnamevanên jin pîroz dikin.”    MA / Bêrîvan Altan