Ji Ayla Akat Ata peyama 8’ê Adarê: Wê dengê me bi dengê jinan re olan bide 2021-03-06 12:06:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata ku li Girtîgeha Sîncanê dimîne, ji bo 8’ê Adarê peyamek parve kir û got: “Gotin û dengê me wê tevlî dengê hemû jinên li qadan û eywanan bibe.”   Siyasetmedar û Endama Damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata di 2’yê Cotmeha 2020’an de di çarçoveya lêpirsîna Kobanê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rêvedibir de hatibû girtin. Ata ya li Girtîgeha Sîncanê girtiye bi riya hevdîtina telefonê ya bi xizmên xwe re ji bo 8’ê Adarê peyamek şand û wiha got: “Ez ê di vê 8’ê Adarê de bi hemû jinên ku li eywanan wekhevî û azadiyê bi lêv dikin re gotina xwe bêjim.”   WÊ DENGÊ ME TEVLÎ DENGÊ JINAN BE   Ata, di berdewama peyama xwe de ev tişt gotin: “Ez ê di vê 8’ê Adarê de li gel pandemiyê jî di mîtîngan de bi hemû jinan re govendê gêrînim. Ez ê di vê 8’ê Adarê de di meşên şevê de bi hemû jinan re mil bi mil bimeşim û careke din bêjim ‘em ê canekî din kêm nebin’. Ez ê di vê 8’ê Adarê de bi jinên ji bo mafê xwe yê rêxistinkirinê bikaranîn ketin girtîgehê de govend gerinim. Wê dengê me û gotina me tevlî dengê hemû jinên li qadan û eywanan bin bibe. Em hebûn em ê hebin.”