Nûçegihana NûJINHA xelat wergirt 2021-03-09 14:57:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Navênda Lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî ya Tûnûsê, xelat da nûçegihana NûJINHA Zihûr El-Meşreqî.   Navênda Lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî ya Tûnûsê, duh bi wesileya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de ji ber nûçeyên têkoşîna jinên li Tûnûsê çêkirine xelat da nûçegihana NûJINHA Zihûr El-Meşreqî. Seroka Navênda Lêkolînên Stratejîk ên Navneteweyî ya Tûnûsê Bedra Qalûl xelatê da Xelatê El-Meşreqî.