Li du bajaran tundiya zilam: Mirina biguman, êriş û îşkence 2021-03-10 11:34:15 NAVENDA  NÛÇEYAN - Li Esenyûrtê ya Stenbolê Sevcan Demîr bi awayekê biguman jiyana xwe ji dest da. Li Beyoglûyê, zilamekê bi kezabê êrişî jinek trans a penaber kir. Li Kocaeliyê jî, Ayten Erbaş, du rojan ser hev, ji aliyê Velî Erbaş ve hat îşkencekirin.  Li Taxa Suleymaniye ya navçeya Esenyûrt a Stenbolê, di daîreyeke apartmanê de, nîqaş di navbera du hevjînên hev Sevcan Demîr )23) û Kenan Daniş de derket. Cîranên wan agahî dan polîsan. Polîsên ku hatin cihê bûyerê, ji ber ku Sevcan Demîr gilî nekir, ji cihê bûyerê veqetiyan.    Piştî veqetîna polîsan ji cihê bûyerê saetekê Sevcan Demîr bi awayekê bi guman ji qata 4’emîn a daîreyê ket û bi giranî birîndar bû.     Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer Demîr rakirin nexweşxaneyê. Lê ligel hemû mûdaxileyan jî Demîr jiyana xwe ji dest da. Polîsên hatin cihê bûyerê, Kenan Daniş binçav kirin û dest bi lêpirsînê kirin.   Di heman demê de, li Beyoglûyê jî, zilamekê rûpoş û serpoş, bi kezabê êrîşî jina trans a penabera Sûriyeyî kir. Jina trans a birîndar bû rakirin nexweşxanê. Hat îdîakirin ku zilamê êrîşî jina trans kiriye, berê hevalê wê bûye û ev demeke ji hev cuda bûne. Hat destnîşan kirin ku ev zilam hîna jî nehatiye binçavkirin.   KOCAELΠ   Li navçeya Korfezê ya Kocaeliyê jî Welî Erbaç hevjînê xwe Ayten Erbaç di odeyekê de kilîd kir û du rojan, bêav, bêxwarin hişt û îşkence lê kir. Zarokên Ayten Erbaç, piştî bûyerê dîmenên dayika xwe kişandin û li ser medya civakî parve kirin. Ev îşkenceya zilam rastî bertek mezin hat.   Velî Erbaç, piştî bihîstina bûyerê hat binçavkirin û dûre ji ber sûcê îşkenceyê hat girtin.