Kelepçe şikandin: Li hemberî berxwedêran kes nikare raweste 2021-03-10 13:27:45 STENBOL - Jinên ku li dijî pergala serdest a zilam mîna her salê îsal jî, bajarên xwe bi rengê xemrî xemilandin, kelepçeyên xwe şikandin û gotin, “Li hemberî berxwedêran kes nikare raweste.” Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, diyar kir ku ew ne mecbûrin ku tehemûlê vê pergalê bikin. Bi mîlyonan jinên ku her sal li dijî pergala serdest a zilam dadikevin qadan, îsal jî bi şîara “Em ê azadiya xwe qezenc bikin”, bajarên xwe bi rengê xemrî xemilandin. Jinên ku qad tipîtije kirin, bi pankart û dowîzên hilgirtin, bi gotina stranan û berzkirina dirûşmeyan daxwazên xwe carek din yek bi yek anîn ziman.   KELEPÇE ŞIKANDIN   Yek ji başarên ku herî zêde bi rengê jinan xemrî hat xemilandin bajarê Stenbolê bû. Jinan li Stenbolê, berî 8’ê Adarê bi rojan dest bi pîrozbahiyan kirin. Di çalakî û bernameyên hatin lidarxistin de, keyf û şahiya jinan, coş û kelecaniya jinan mora xwe lê xistin. Gelek jinên ku bi hinceta beşdarî çalakiyan bûyîn, kelepçeyên ekektornîk li piyên wan hatibûn xistin û hepsa malê ji bo wan hatibûn dayîn. Van jinan kelepçeyên xwe şikandin û beşdarî Meşa Şevê ya Femînîst bûn.    Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Elîf Bûlût, ji ber ku beşdarî çalakiyekê bibû, ji derketina navçeya Beyoglûyê li hatiye qedexekirin. Elîf Bûlût, têkildarî hepiskirina malê û şikandina kelepçeyê axivî û wiha got: “Ev parçeyeke polîtîkayên îtaet kiriye. Lê ev kelepçe wê tu carî nekirin jinan rawestînin.”   Bûlût, bal kişand ser cezayê kelepçekirina jinan û wiha bilêv kir: “Kelepçeyên elektronîk ên ji bo zilamên tundiyê li jinan dikin hatine amadekirin, îro bi lingê jinên ku têkoşîna jinan bi rêve dibin, dixin.  Di arîfeya pîrozbahiya 8’ê Adarê de, bi taybetî ji bo ku xebatên jinan û têkoşîna jinan asteng bikin, ev kelepçe li piyên jinan xistin.”    Bûlût, dest nîşan kir ku ew ê bi van kelepçeyên elektronîk nekarin têkoşîna jinan rawestînin û wiha bi dawî kir: “Ew ê nekarin malên me veguherînin, zindanan. Di 8’ê Adarê de, 3 hevalên me yên jin kelepçeyên xwe şikandin û derketin kolanan. Ev nêzîkatî, tê wateya pêngava emê kolanan veguherînin qadên berxwedanê û têkoşîna xwe ya rêxistinkirî mezin bikin.”     DENGÊ XWE DERXISTIN JIYANIYE   Endama Koordînasyona Navenda Rizgarkirina Jinan Nupelda Çelîk jî, diyar kir ku li dijî tacîz, tecawîz û qetilkirinên jinan dengê xwe derxistin, di asta jiyanê de ye. Çelîk, 19’emîn Meşa Şevê ya Femînîst bi bîr xist û wiha got: “Em hebûna hev hîs dikin, îsyana xwe ya femînîst bilind dikin. Jinên ku bi mehan di hepsa malê de mabûn û bi vê yekê hatibûn tecrîdkirin, di nava me de hebûn. Ev jin bi îsyanek mezin ji malên xwe derketin û li dijî polîtîkayên tecrîdê yên dewleta zilam, serî rakirin.”