Jinên HDP’yî tacîzê teşhîr kirin 2021-03-10 16:27:26 STENBOL - Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê tacîzkirina li ser hesabên medya civakî ya li dijî xwe ku di demên dawî de zêde bûne eşkere kirin.  Meclîsa Jinan a HDP’ê têkildarî tacîzkirina li ser hesabên medya civakî ya li dijî rêveberên û endamên xwe yên di demên dawî de zêde bûne li avahiya Şaxa ÎHD’êya Stenbolê daxuyanî da û van tacîzan eşkere kir. Endam û rêveberên Meclîsa Jinan a HDP’ê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘DIXWAZIN ÇAVÊ JINAN BITIRSÎNIN’    Berdevka Meclîsa Jinana HDP’a Stenbolê Beser Çelîk diyar kir ku demek dirêj e li ser medya civakî ew bi tacîzê re rûbirû dimîne û got: “Li ser navêm in ji gelek hevalên min re peyam tê şandinê. Wêneyên min dişînin û daxwaza hevdîtinê dikin. Hevalên min tên tehdîtkirin. Ev tiştên tên kirin çavtirsandina têkoşîna jinan e.”    ‘EM Ê WAN TEŞHÎR BIKIN’    Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a HDP’ê Aysûn Çeper jî anî ziman ku peyamên bi naveroka zayendî jê re hatine şandin û got: “Şopandina fîzîksel dikin. Li ser hesabên medya civakî peyamên naveroka wan bi zayendî ne dişînin. Ev peyam ji hesabek bi navê Dr. tên şandin. Bijartina jinan ne tesadufî ye. Em ê li dijî vê paş ve gavê neavêjin. Em ê teşhîrkirina wan berdewam bikin.”    ‘DIXWAZIN BITIRSÎNIN’    Endama Meclîsa HDP’ê Esengul Demîr jî anî ziman ku ji heman hesabê peyam bo wê tên şandin û got: “Ev kes dixwaze têkiliyê deyne û suhbet bike. Piştî min red kir sekinî. Berê jî ji gelek hevalên jin re heman peyaman şandine. Em dizanin dixwazin bi van peyaman me bitirsînin. Em jinên têkoşer in û em ê li dijî van peyamên we paş de gavên neavêjin.”