432 roj derbas bûn, hê jî Dokû nehatiye dîtin: Dozgerî, 'em lêdikolin' 2021-03-11 09:00:50 DERSIM - 432 roj in xeber ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokûyê nayê girtin. Dozgerê lêpirsînê jî ji mlabata Dokûyê re gotiye: "Em lêdikolin. Heger hewce be em ê gazî Zaînal bikin û îfadeya wî bigirin." Xwişka Aygul Dokû jî got: "Êdî tu tişt ji wê dosyeyê dernakeve."  Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû, ji 5'ê Çileya 2020'an heya niha winda ye. Lêpirsîna derbarê dîtina wê de hatiye destpêkirin jî wekî berê ye û tê îdiakirin ku Dokû xwe avêtiya Gola Bendava Ûzûnçayirê. Piştî vê ji 7'ê Çileyê heya 6'ê Tîrmehê gol hatibû kontrolkirin, lê belê cardin jî Dokû nehatibû dîtin. Malbata Dokûyê xwestibû ava bendavê bê kêmkirin. Piştî vê di 7'ê Tebaxê de ava bendavê hatibû kêmkirin û cardin, li nav avê li Dokûyê hatibû gerîn. Ev lêgerîn heya 18'ê Tebaxê dewam kiribû. Di 15'ê Cotmehê de cara sisêyan xebatên ji bo lêgerîna Dokûyê dest pê kiribûn, lê dîsa jî tiştek bi dest neketibû. Ji ber vê di 23'yê Mijdarê de hatibû ragihandin ku xebatên ji bo lêgerîna Dokûyê bi temamî hatine sekinandin. Her wiha ji ber ku tê îdiakirina ku Dokûyê "xwe kuştiye" vê îfadeya gumanbarê sereke Zaînal Abarakov jî nayê girtin.    HAT ÎXRACKIRIN    Ê ku lêpirsînê li ser asasê "xwekuştinê" saz kiribû jî polîs Engîn Yucel bû. Yucel, zirbavê Abarakov e. Piştî ku malbata Dokûyê gilî kiribû, Walîtiya Dersimê jî lêpirsîn dabû destpêkirin û di lêpirsînê de hatibû destnîşankirin ku Yucel agahiyên taybet ên ku diviyabû neyên aşkerekirin aşkere kiriye û dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Dersimê re hatibû şandin. Walîtiyê, paşê ji bo ku Yucel bê îxrackirin dosye ji Wezareta Karên Navxweyî re şandibû. Wezaretê jî Engîn Yucel îxrac kiribû.    Her wiha malbatê di 25'ê Çileyê de hevdîtin bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re jî çêkiribû û Erdogan gotibû, "înşeleh em ê wê bibînin.' Piştî vê ji bo dosyeya Dokûyê dozgerek din hatibû peywirdarkirin. Malbata Dokûyê jî di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hatibû Amedê û piştî daxuyaniyê tevî jinan ber bi avahiya walîtiyê ve meşiyabû. Malbata Dokûyê ji bo hevdîtinê bi Walî Ozkan re bike çalakiya rûniştinê li dar xistibû, lê belê hatibû gotin walî ne li cihê xwe ye. Piştî vê malbatê hevdîtin bi dozgeriyê re kiribû.    Xwişka Dokûyê Aygul Dokû rewşa heyî nirxand.    432 ROJ    Dokû, bilêv kir ku ji bo rewşa lêpirsînê hevdîtin bi dozgeriyê re kirine û got: "Dozgeriyê tenê tiştek got; 'Em lêdikolin. Heger hewce be em ê gazî Zaînal bikin û îfadeya wî bigirin. Piştî ku malbata min hevdîtin bi serokomar re kir, dozgerekî din li dosyeyê nihêrî. Lê belê êdî tu tişt ji wê dosyeyê dernakeve. 432 roj in nehatiye dîtin. Ma ji niha û pê ve ê wê ji ezmanan bînin xwar? Me qurnefîla xwe danî dozgeriyê. Hêvîdar im fêm kiribin. Hevdîtina me nîv saetê dewam kir. Em li ser eynî tiştan axivîn. Asta dosyeyê, helwesta walîtiyê ye. Heger bibêjin, 'Em nikarin vê keçikê bibînin, quweta me nagihêjê' em cardin biçin Enqereyê. Tişta dibêjin, tenê ev e; 'em lêdikolin.'"    ŞERMA HER KESΠ   Xwişk Dokû, destnîşan kir ku divê dosye rojek berî rojekê bê çareserkirin û got: "Jinek, 432 roj in winda ye. Em di sedsala 21'ê de xwedî her cure teknolojiyê ne. Ev, şerma welatê me û şerma me hemûya ye. Belkî jî niha tê îşkencekirin. Em bi tu tiştî nizanin. Hingî min pirsî, bêzar bûm. Hela em ê bibînin bê ev dozger çi bike."    MA / Ayşe Surme