Li 3 bajaran tundiya zilaman: Kuştin, tundî û dîl girtin 2021-03-12 11:31:41   NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama tundiya zilaman de li Îzmîrê jinek birîndar bû û Kadîr Yuksel ê trans hat kuştin, li Stenbolê jinek hat kuştin û li Dîlokê jî jinek û sê zarokên xwe ji aliyê Firat T. ve rehîn hatin girtin.    Li navçeya Bornova ya Îzmîrê ev demek bû ji Kadîr Yuksel ê trans agahî nedihat girtin. Li ser gilîkirinê di encama lêkolînê de derket holê ku mirî hatiye dîtin. Hat diyarkirin ku bi lêdanê hatiye kuştin. Cenaze rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.    Li navçeya Konakê ya Îzmîrê jî di navbera Alî U. (38) û Ozgul U. (30) nîqaş derket. Ozgul U. bi awayek guman ji qata 5’an ve ket xwar û ew ji aliyê cîranên xwe ve hat rizgarkirin. Pişt re tîmên tenduristiyê ew rakirin nexweşxaneyê. Alî U. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.    STENBOL   Li navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê jî N.E., bi sîlehê êrişî Seher Elîtaş û Emre Elîtaş kir. Seher Elîtaş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Emre Elîtaş jî bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Kujer N.E. ji cihê bûyerê reviya û pişt re hat binçavkirin.    DÎLOK   Li taxa Mucahîtler a Dîlokê jî Firat T. sê zarokên xwe û hevjîna xwe dîl girt. Cîranan agahî da polîsan û hatin cihê bûyerê. Faîl piştî du saetan hevjîn û zarokên xwe berda.    Piştî bûyerê Firat T. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.