Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve 2021-03-14 09:02:06   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, anî ziman ku îqtîdar di polîtîkayên dijminatiya jinê de êdî nikare bi ser bikeve û wiha got: "Ji ber ku êdî têkoşîna jin pir xurt bûye. Pîrozbahiya 8'ê Adarê nîşaneya vê yekê bû. Biryara me ya têkoşînê her ku diçe zêde dibe."   Îqtîdara AKP'ê ji bo ser tundiya jinê bincil bike û kujeran biparêze bi gotinên mêr dibarêze dikeve rojevê. Herî dawî gotina "Mêr ji jinan bêtir tên kuştin" bal kişandibûn ser xwe. Herî dawî wekîla AKP'ê Ozlem Zengin lêgerîna tazî înkar kir û xwest dersa “sincî" bide jinan. Dîsa parlamentera AKP'ê Hulya Atçi Nergis, rastî înkar kir û got: “Mêr ji jinan bêtir tên kuştin". Piştî van gotinan êrîşên zayendî yên li dijî jinan bêtir zêde bûn. Têkildarî polîtîkayên îqtîdara AKP'ê ya li dijî jinan, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum anî ziman ku her çend îqtîdar bi van gotinan ser tundiyê bigire jî têkoşîna jinan rastiya îqtîdarê teşîr dike. Gulum, destnîşan kir ku popîtîkayên îqtîdara AKP-MHP'ê ya dijminantiya jinan li her derê xwe dide der û wiha got: "Di demên dawî de gotinên îqtîdarê yên tundiyê diparêzin zêde dibin. Îqtîdar bi qeyrana ku nikare bi rêve bibe re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê herî zêde li dijî jinan şer pêş dixin. Ji ber ku êdî têkoşina azadiyê ya jinan pir pêş ketiye. Êdî jin li kolanan û qadan têdikoşin û mafê xwe diparêzin. Dema îqtîdar dixwazin destkefiyên jinan ji wan bistînin bertekên hişk derdikevin holê. Jin bi têkoşîna xwe zorê li îqtîdarê dikin ku gavan bavêjin. Tevî hemû qedexeyan jin dîsa li qadan bûn."    'PERSPEKTÎFA EM LI CEM HEV BIKEKININ HEYE'    Gulum, da zanîn ku îro yekîtiya ku muxalefeta civakî bike tune û wiha got: "Jin tên cem hev û yekîtiyê ava dikin. Muxalefetê dikin. Em bi rengên xwe yên cuda têne cem hev. Perspektifa me ya em bên cem hev heye. Tevî bîrdoziyên me yên cuda û rengê cuda em dikarin li dijî feraseta mêrê serdest bên cem hev. Em dikarin bi hevre têkoşîna hevpar pêş bixin. Ev yek zorê li îqtîdarê dike. Ji ber vê yekê îqtîdar dixwaze li ser jinê civakê ji nûve bi teşe bike. Dixwaze li gorî xwe modelek jinê ku karibe li ser wê serdestiyê bike ava bike."    NIKARIN ZÊDE BÎNIN MECLÎSÊ   Gulum, da zanîn ku îqtîdar nikare van gotinên xwe yên yên nifrîn û zayendîparêz li meclîsê bîne ziman û wiha lê zêde kier: "Ji ber ku li derve çapemenî pirsan ji wan nake. Ji ber vê yekê van daxuyaniyan didin. Lê li meclisê jinên ku têkoşîna azadiyê didin hene. Dizanin ku dê bersîva çawa bidin wan. Gotina wekîla AKP'ê Nergis nîşan dide ku naxwazin pirsgirêka pergalê ya di mijara jinê de fam bikin. An jî nîşan didin ku dixwazin ser pirsgirêkan bigirin. Em ji vê yekê re dibêjin ‘Cinayetên jinan polîtîk in' Êrîşa li dijî jinekê li dijî hemû jinan tê kirin. Em dizanin ku ji bo mêr serdestiyê li ser jinan ava bike tundiyê pêk tîne."    KUŞTINA JINAN PIR ZÊDE DIBE   Gulum, anî ziman ku kuştina jinan bêtir zêde dibe û wiha berdewam kir: "Bi van gotinan dixwazin ser kuştina jinan bigirin. Li aliyekî dibêjin 'Me hemû mekanîzmayên ku rê li pêş tundiya jinê bigire ava kir. Me ev zagon derxist. Me ev mekanîzma ava kir.' Wê demê çima ew qas jin tên kuştin. Hûn dê vê kuştinê bi cih îzah bikin. Li welatê ku mekanîzmayên parastina jinê nayê kirin û jin tên kuştin, dixwazin bi van gotinan ser vê yekê bincil bikin. Heta niha bi piranî mêran ev yek dikir. Lê ji bo bêtir bandorê bike van gotinan bi devê jinê tînin ziman. Van gotinan bi jinan didin gotin û dixwazin civakê îkna bikin. Lê siyaseta 18 salan a îqtîdarê dijminantiya jinê pêş xistiye. Êdî nikarin vê dijminantiyê veşêrin."     Gulum, bal kişand ser bertekên jinan ên li dijî helwdana AKP'ê ku xwest Peymana Îstanbul paşve vekişîne û wiha bi dawî kir: "Mînaka herî berbiçav bertekên jinan ên li dijî hewldana îqtîdarê ku xwest Peymana Stenbolê paşve vekişîne bû.  Jinan li gelek qadan bertek nîşanî vê yekê da. Ji ber vê yekê AKP'ê gav paşve avêt. Disa di mijara Nafaka de jî wisa bû. Dîsa di Efûya tecawizkaran de jî bi heman rengi. Têkoşîna jinan ev encam bi dest xist.    Îqtîdar di polîtîkayên dijminatiya jinê de êdî nikare bi ser bikeve. Ji ber ku êdî têkoşîna jin pir xurt bûye. Pîrozbahiya 8'ê Adarê nîşaneya vê yekê bû. Biryara me ya têkoşînê her ku diçe zêde dibe."