Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir 2021-03-14 09:08:07 ENQERE - Mûstafa Yandi, bi awayekî derûnî û fizîkî tahde li Parêzer Betul Çetînê kiribû. Çetînê jî giliyê wî kiribû û 20 hezar TL tazmînat wergirtibû. Çetînê tazmînata ku wergirt ji bo jinên ku tahde li wan tên kirin xerc kir.    Parêzer Betul Çetîn, 8 sal berê gava parêzera stajyer bûye Parêzer Mûstafa Yandi bi awayekî derûnî û fizîkî tahde lê kiriye. Ji ber vê Çetînê jî giliyê Yandi kiribû.    Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya 15'an a Enqereyê, di Kaûna 2020'an de biryara xwe aşkere kir û xwest Yandi 20 hezar TL tazmînatê bide Çetînê. Çetînê jî tazmînata ku wergirt ji bo jinên ku wekî wê tahde li wan hatiye kirin xerc kir.    Parêzer Betul Çetîn ku di heman demê de bi awayekî dildarî parêzertiya Weqfa Piştevaniyê ya Jinê dike û endama Koma Jinê ya Hiqûqa Civakî ye, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    JI BO BIBE EMSAL    Çetîn, diyar kir ku ji bo di warê hiqûqî de mueyîdeyek pêk bê doza tazmînatê li Yandi kiriye û got: "Ne 20 hezar, 20 milyon TL jî bê dayîn, dê travmaya li ser te neçe. Ewilî min xwest dev ji wî berdim û wekî gelek jinên tahde li wan tê kirin wî bi temamî ji jiyana xwe derînim. Mixabin jinên serî li rêyên hiqûqî didin, piranî jê xwe bi tenê hsî dikin. Lê ez ne wisa bûm. Gava rêxistinên jinan jî daxilî nav dozan bibin, xurtir dibe. Çendî ku tiştekî westîner bû jî, lê bi ser ketim. Ev serketin tenê ne ya min e, ya hemû jina ye û ez ji bo ku ev doz bibe emsal, behsa wê dikim."    TÊKOŞÎN   Çetîn, destnîşan kir ku gava jin dest ji têkoşînê bernede dê bi ser bikeve û got: "Ewilî min jî xwe bi tenê û bêhêz hîs dikir. Lê her ku ez têkoşiyam, min fêm kir ku ev ne fikirekî rast e. Gava ku min dît ez diguherim, ez pir dilxweş bûm."   Çetîn, anî ziman ku gava jin bi hev re bitêkoşin dê karibin birînên xwe bicebirînin û wê li şûna birînên wan kulîlk vebin û wê careke din birîndar nebin û got: "Bes em dest ji têkoşînê bernedin."    TÊKOŞÎNA PARÊZERÊN JIN    Çetîn, diyar kir ku parêzerên jin hem di jiyana taybet hem jî di jiyana pîşeyî de bi tahdeya hevpîşeyên xwe yên mêr re rû bi rû dimînin û feraseta bavkaniyê jî vê yekê dike tişekî asayî. Çetîn, da zanîn ku parêzerên jin ên ciwan, gava bi tacizê re rû bi rû dimînin, li baroya mekanîzmayek tune ye ku serî lê bidin û got: "Em jû zû de ye li dijî vê têdikoşin. Herî dawî di bin banê Baroya Enqereyê de li dijî taciz, tecawiz û cihêkariyê belgeyek polîtîk hat çêkirin. Em parêzerên feminîst, bi şev û biroj xebitîn û me ev belge amade kir. Me her tiştên wê dan ber nîqaşê. Baroya Enqereyê jî, di dîroka baroyan de tiştekî ku nebûye kir û vê belgeya polîtîk qebûl kir."