Li Londonê jin ji bo Everard daketin kolanan 2021-03-14 12:24:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Londonê, bi hezaran jin, ji bo Sarah Everard a ji aliyê polîs Wayne Couzens ve hat qetilkirin, daketin kolanan.   Li paytexeya Înglistanê Londonê, jina 33 salî Sarah Everard di 3’yê Adarê de winda bû û piştî bi rojan cenazeyê wê hatibû dîtin. Polîsê bi navê Wayne Couzens bi gumana qetilkirina Everard hat binçavkirin û derxistin dadgehê.    Piştî agahiya qetilkirina Everard hat bihîstin, bi hezaran jin şeva Şemiyê daketin kolanan. Lê polîsan êrişî jinan kirin. Polîsên Îngilîz, bi hinceta şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) destûr nakin ku ji du kesî zêdetir mirov li hev kom bibin. Polîsan bi vê hincetê xwestin çalakiya jinan asteng bikin. Lê jinan guh nedan astengî û qedexeyên polîsan û bi pankarta “Em ji sedî 97’in” çalakiya xwe dewam kirin.    Polîsan di çalikiyê de hin jin binçav kirin.