Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve 2021-03-16 09:07:17 RIHA - Endama Partiya Meclîsê ya HDP'ê Zelal Yerlîkaya, diyar kir ku bi ruhê 8'ê Adarê amadekariya Newrozê dikin û got: "Li dijî hemû êrîşan, em ê cardin bi coş û berxwedana 8'ê Adarê qadan tije bikin."  Li Rihayê jinên ku guh nedan qedexe û astengiyan û 8'ê Adarê pîroz kirin, niha jî bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" amadekariya Newroza 2021'ê dikin. Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zelal Yerlîkaya, destnîşan kir ku li bajêr ê ku pêşengiya xebatên Newrozê dikin jin in û jinên kurd bi berxwedana xwe rê li ber azadiyê vekirine.    Yerlîkaya, bilêv kir ku ji ber pandemiyê saleke zehmet derbas kirine û di dema ku her kes di malê de bûye tahdeya li jinê tê kirin zêdetir bûye. Yerlîkaya, anî ziman ku ew û jinan bi piştevaniyî tevgeriyane û hewl dane dengê jinan ragihînin û got: "Bi hinceta pandemiyê çalakiyên me hatin astengkirin. Gelek siyasetmedarên jin û jinên ji bo mafên jinan têdikoşin bi awayekî bêhiqûqî hatin binçavkirin. Dayikên aştiyê hatin girtin. Niha dayikên me yên di ser 70 salî re di girtîgehan de ne. Me di saleke wisa zehmet de 8'ê Adarê li kuçeyan pîroz kir. Me coş, berxwedan û têkoşîna jinê rê îqtidarê da. Berxwedana me qedexe û polîtîkayên tecrîdkirinê yên îqtidarê şikandin. Jin daketin kuçeyan û dengê xwe bilind kirin."    BI RUHÊ 8'Ê ADARÊ    Yerlîkaya bilêv kir ku ji ber nasnameya xwe jinbûnê û nasnameya xwe ya kurdbûnê tune hatine hesibandin û got: "Em bi êrîşine pir dijwar re rû bi rû dimînin. Tê xwestin bajarên me ji jinan xalî bikin. Li şaredariyên me pergala hevserokatiyê tê betalkirin. Lê li dijî vê jî berxwedana hebûniyê heye. Berxwedana jinê heye ya pêşengiya gelan dike. Jinan bi têkoşîna xwe nîşan da ku dê dev ji destkeftiyên xwe bernedin. Niha jî em bi heman ruhî amadekariya Newrozê dikin."    Yerlîkaya, destnîşan kir ku dê îsal jî jin pêşengiya Newrozê bikin û got: "Em ê di Newroza îsal de ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê kurd rola xwe bilîzin. Li dijî kurdan polîtîkayeke tunekirinê heye. Li dijî van polîtîkayan jî berxwedaneke xurt heye. Me nîşan da ku em ê tu carî dev ji nasnameya xwe bernedin. Ê di Newrozê de ji peyamên berbiçav yek jê jî yekîtiya nteweyî be. Ev ji bo me ê ji nû ve bibe vejîn, berxwedan û têkoşîn. Belê, em di pêvajoyeke pir zehmet re derbas bûn, lê dîsa jî em li qadan e. Em ê bi coşa berxwedana Kawayê Hesinkar cardin qadan tije bikin."    Yerlîkaya bang li her kesî kir ku dakevin qadên Newrozê û got: "Li dijî hemû êrîşan, em ê cardin bi coş û berxwedana 8'ê Adarê qadan tije bikin."