Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin 2021-03-17 10:48:23   NAVENDA NÛÇEYAN – Hasan Tûnçlar ê li ser medya civakî tacîzî keça xwe kiribû hat girtin.    Hasan Tûnçlar ku li ser medya civakî tacîzî keça xwe ya 14 salî kiribû û duh li Antalyayê hatibû binçavkirin. Tûnçlar, îro piştî kirariyên xwe yên li Miduriyeta Polisan sewqî edliyeyê hat kirin û hat girtin. Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê, ragihand ku keça Tûnçlar tacîzî wê kiriye girtin bin ewlehiyê.