Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe 2021-03-17 15:13:09   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê li dijî kes û gotinên ku jinên siyasetvan dikin armanc dest bi kampanyaya îmzeyê ya bi navê "Hay ji gotinên xwe hebin" kirin.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP ) li dijî kes û gotinên ku jinên siyasetvan dikin armanc dest bi kampanyaya îmzeyê ya bi navê "Hay ji gotinên xwe hebin" kirin.   Di daxuyaniya têkildarî kampanyayê de hat belavkirin de hat diyarkirin ku tundiya mêr dewletê nasekine her roj komkujiyên li ser jinan zêdetir dibin û wiha hat gotin: "Nefret, dijminatî, zayendperestî her ku diçe zêdetir dibin. Îktidara siyasî ji bo pêşî li zayendperestiyê bibire tiştekî nake. Ji kursîyên meclîsê daxuyaniyên dijminatiyê pêş dixe dikin. Wekî di Peymana Stenbolê de li dijî vê yekê em mafên xwe hembêz dikin.   Em jin bi sîstema hevserokatiyê û bi nûnertiya wekhev bi raperîna xwe li qadan e. Em daxwazên xwe veşartî naynin ziman. Jinên bi zextan nakin bin desthilatdariya xwe vê carê bi heqaretên zayendperest û hewildana lîncê dixwazin bikin bin desthildatariya xwe. Em li dijî gotin û êrişên zayendperest ên siyasetmedar û muxalifên jin êdî dibêjin bes e. Em bêdeng namînin. Em bi beden, nasname û hebûna xwe li dijî desthilatdariya mêr li ser piyan e. Em gavekê jî paşde navêjin."