Li Wanê jinek hat qetilkirin 2021-03-19 08:49:22 WAN - Li navçeya Erdîşê dayika 4 zarokan Aysel Y., ji aliyê hevjînê xwe Remzî Y. ve bi çekê hat qetilkirin. Li navçeya Erdîşê ya Wanê jina 28 salî Aysel Y. dayika 4 zarokan ji aliyê hevjînê xwe Remzî Y. ê 31 salî ve bi çekê hat qetilkirin.   Remzî Y., piştî bûyerê agahî da ekîbên 112 û dûre ji cihê bûyerê reviya. Polîs û ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, diyar kirin ku Aysel Y. jiyana xwe ji dest daye. Ekîban cenazeyê Aysel Y. ji bo otosiyê rakirin morga nexweşxanyê û 4 zarokên wan jî ji bo parastinê birin Wanê.    Hat destnîşan kirin ku Remzî Y. hîna jî nehatiye binçav kirin.