'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin' 2021-03-19 09:00:50 AMED - Jinan ji bo Newroza amedê bang kirin: "Em bi ruhê Zekiyeyan dakevin qadan û li dijî tecrîd û tahdey ji bo azadiyê biqîrin."  Ê Newroza Amedê îsal bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" li Parka Newrozê bê pîrozkirin. Pîrozbahî dê saet di 09.00'an de dest pê bike heya 17.00'an bidome. Jinan ji bo pîrozbahiya Newrozê bang kirin.    Ê BI PÊŞENGIYA JINÊ BÊ PÎROZKIRIN    Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Hanîfe Kardaş, anî ziman ku pirsgirêkên teknîkî hemû hatine çareserkirin û dê Newroza îsal bi pêşengiya jinan bê pîrozkirin.    Kardaş, diyar kir ku Newroz ji bo jinan pir girîng e û got: "Newroz bi ruhê Zekiya Alkanan, Berîtanan û Zîlanan hat roja îro û divê bi ruhê wan bê pîrozkirin. Lewma divê jin hemû hem bi ruhê Zekiyeyan hem jî bi ruhê 8'ê Adarê tevli pîrozbahiya Newrozê bibin. Newroz, ji bo me azadî ye, cejna neteweyî ye. Newroza îsal ji bo kurdan pir girîng e. Divê em li dijî zilm, tahde û polîtîkayên cihêkariyê yên îqtidar bibin bersivek baş."    Kardaş got: "Em bi govendê, bi tilîliyan û rengên xwe Newrozê pêşwazî bikin."    ‘EM Ê XELEK TAHDEYÊ BIŞIKÎNIN'    Aktivîsta TJA'yê Jale Okan jî anî ziman ku Newroz sembola berxwedanê ye û got: "Çawa ku me di 8'ê Adarê de qad tije kirin û em ji bo azadiyê qîriyan, divê em vê di Newrozê de jî bikin. Pêşengên Newrozê jin in, jinan bedenên xwe dan ber êgir û serî rakirin li hember tahdeyan. Û ev berxwedan, ji wê rojê heya niha didome. Jin tên qirkirin, divê em di Newrozê de vê xeleka tahdeyê bişikînin û li dijî tahde û tecrîdê biqîrin."    Aktivîsta TJA'yê û Hevşaredara Sûrê ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin Filîz Bûlûttekîn jî got: "A rast serîhildana Kawayê Hesinkar a li hemberî Dehqaê zalim, di asasê xwe de têkoşîna ji bo civaka exlaqî û polîtîk e li dijî pêkanînên dewletparêz a bavkaniyê. Sedemeke ku jin ev qasî xwedî li Newrozê derdikevin jî ev e."    ‘JI BO AZADIYA JINÊ'    Bûlûtttekîn anî ziman ku ê ku pêşî Newrozê silav dikin û yê ku mizgîniya jiyaneke aştiyane radigihînin jinin û got: "Em ê wê kelecana 8'ê Adarê veguhêzînin Newroz jî û dê ev ji bo biratya gelan, ji bo jiyaneke li gor xwezayê, ji bo demokrasiyê û ji bo azadiya jinê, bi pêşengiya jinê bidome. Ji lew re em gava em dibêjin 'em xwe diparzin', a rast em soza parastina jiyanê didin."