Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce 2021-03-19 10:37:23 AGIRÎ - Sema Yuce ku yek ji jinên bi dildariya xwe ya berxwedan û azadiiyê wate û girîngiyek mezin dane Newrozê, ligel ku 23 sal bi ser çalakiya wê re derbas bûn jî, hîna rêya bi hezaran jinan ronî dike.   Gelên Rojhilata Navîn îsal carek din amadekariya pêxistina agirê Newroza ku li dijî hikumdar Dehaqê zalim bûye remza têkoşîna Kawayê Hesinkar, dikin. Mîna salên derbasbûyî, îsal jî çavên herkesî li pîrozbahiyên bajarên heremê yên bi milyonan tên pîrozkirinin. Newroza îsal ku bi diruşmeya “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, serbikevin” wê bê pîrozkirin. Piştî çalakiya Mazlûm Dogan a di sala 1982’yan de, bi pêxistina sê niftikam bedena xwe da ber agir re, li bajarên heremê Nerwoz êdî bi girseyî hat pîrozkirin. Salên dûre jî, Rahşan Demîrel, Zekiye Alkan, Bedriye Taş (Ronahî) Nîlgun Yildirim (Berîvan) û Sema Yuce, canê xwe dan ber agir û bi agirê canê xwe pîrozbahiyên Newrozê hîn zêde bi wate kirin.   JIYANA BI TÊKOŞÎNÊ DERBAS BÛ   Jina serhildêr Sema Yuce ku yek ji jinên li dijî zextên li ser gelê Kurd, di Newrozan de benda xwe kirin meşaleyên geş, di sala 1971’an de li gundê Qerxalîxa Jêrê ya girêdayî navçeya Dutax a Agiriyê çavên xwe li cîhanê vekir. Yuce piştî xwendina xwe ya pêşîn û lîseyê, di sala 1987’an de Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkî ya Ortadogu (ODTU) qezen dike. Yuce div an salan de heta bêje rastî zext û zordestiyan tê. Yuce hîna xwendekara pola 3’yemîn bû, beşdarî nava PKK’ê dibe û di sala 1992’yan de, li Agirê di encama ixbarekê de tê binçavkirin û dure tê girtin. Doz derbarê wê de tê vekirin û 22 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Sema Yuce di 21’ê Adara 1998’an de, li Girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe dide ber agir û bi canê xwe Newrozê pîroz dike. Yuce ya 84 rojan li Nexweşxaneya Fakulteyê ya Tipa Cerrahî ya Stenbolê tê dermankirin, di 17’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dide.   SEMA DILDARA AZADIYÊ BÛ   Yuce berî ku bedena xwe bide ber agir, bi armanca balê bikişîne ser polîtîkayan li dijî gelê Kurd nameyekê dinivîse û li du xwe dihêle. Yuce, di nameya xwe de, bal dikişîne ser dildariya xwe ya azadiyê ya li dijî koletiyê û vê pênaseyê dike: “Jin, çirûskên agirê gelê Kurd ên dibin xelîne. Jinên ku ji xeliya xwe ji nû de dizên, wê bibin raçandina azadiya Kurdistanê. Ez dixwazim mejiyê xwe, dilê xwe û bedena xwe, ji 8’ê Adarê heya 21’ê Adarê bikim pireke ji agir. Ji bo ku ez bibim xwendekareke baş ê Kawayê Hemdem, Mazlûm Dogan û hemû şehîdên me, ez dixwazim mîna Zekiye bişewitim û mîna Rahşan jî bibim Newroz.”   BI SEDAN BÛN ‘SEMA’   Yuce bi watedayîna Newrozê, navê xwe li dîrokê nivîsand, hem bi nameya xwe û hem jî, bi çalakiya xwe ji bo jinên Kurd mîrateyek pir mezin hişt. Piştî ku Yuce jiyana xwe ji dest da, bi taybetî li bajarên herêmê, gelek malbatan zarokên xweyên keç bi navê Sema mezin kirin û hîna jî navê Sema li herêmê pir nûjene. Navê Sema ku bi awaza Hozan Serhat a “Keça serhildêr a Agiriyê” hîn zêdetir hat naskirin, dûre li gelek saziyên jinan ên herêmê hat kirin.   DAYIKA YUCE: EM ŞOPDARÊ WÊ NE   Dayika Sema Yuce Zennûr Yuce, têkoşîna keça xwe ya 23 sal bi ser mirina wê  re derbas bû vegot û wiha got: “Hemû berxwedan û xebata wê ji bo gelê wê bû. Ciwanên Kurd bi salane li dijî zextan têkoşîna xwe bi rêve dibin. Keça min jî, yek ji van ciwanan bû. Ez bi wê serbilindim. Heya ku em saxbin, emê şopdarê têkoşîna wê bin. Em soz didin wan, tişta bikeve ser milê me em ê bikin.”   MA / Gokhan Altay