Jinan ji qadên Newrozê bang kirin: Em ê dev jê bernedin 2021-03-22 09:53:59 AMED - Jinên ku beşdarî Newroza Amadê bûn, bertek nîşanî feshkirina Peymana Stenbolê dan û gotin: “Em her serê sibê bi kuştina jinekê hişyar dibin. Ji ber vê em ê dev ji peymanê bernedin.”  Jinên ku duh li Amedê, qada Newrozê bi reng û vîna tije kirin, yek ji berteka wan a herî girîng li dijî fesxkirina Peymana Stenbolê ya bi Biryarnameya Serokkomariyê bû. Jinên ku bi rengên xwe tevlî Newrozê bûn, carek din gotin, “Peymana Stenbolê dide jiyîn.”    ‘EM NAXWAZIN BIMIRIN’   Rojda Kaya, ya bertek nîşanî feshkirina peymanê da û wiha axivî: “Heya niha ji bo ku peyman bê bicihanîn xwe me her tişt kir. Niha bi betalkirina peymanê, gelo wê hindiktir jin bên kuştin? Ev rewş berevajî fêm kirine. Feshkirina peymanê, tê wateya hîn zêdetir jin bên kuştin. Êdî em naxwazin bên kuştin. Zarok dayikên xwe winda dikin. Emê bi rehetî dev ji peymanê bernedin.”   CESARET DA ZILAMAN   Zekiye Sonmez jî, diyar kir ku ew matmayî ma ye û wiha got: “Ev feshkirin û biryar tê wateya mirina jinan. Em ê zû bi zû dev ji destkeftiyên jinan bernedin. Em her serê sibê bi kuştina jinan şiyar dibin. Bi rehetî ez nikarim di kolanê de, bimeşim. Ez bi tenê ditirsim. An jî ez naxwazim ji aliyê nasên xwe ve bêm kuştin. Em ditirsin û bi fikarin. Feshkirina peymanê rewşeke dûrî aqilane ye. Vê biryarê cesaret da zilaman.”   HELWESTA HIKUMETÊ   Besta Dundar, bertek nîşanî feshkirina peymanê da û wiha bilêv kir: “Dixwazin jin bên kuştin. Em dixwazin, êdî bê tirs bijîn û rastî cihêkariyê neyin. Li şûna ku hikumet karekê erênî bike, ev biryar girt. Em dixwazin azad bijîn.”    QETILKIRINA JINAN POLÎTÎKE   Fatoş Gulecan, diyar kir ku ji bo şermezarkirina peymanê hatiye qada Newrozê û wiha pêde çû: “Peyman dide jiyîn. Her roj 2 jin tên qetilkirin. Êdî wê ne du jin, bi dehan jin bên kuştin. Li ser hebûna jinan şerek qirêj heye. Em ji vir soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê her berdewam bikin. Qanûnên daristanê ferzî me dikin. Em ê jî li dijî van qanûnan xwe biparêzin. Ji ber ku em dizanîn qetilkirina jinan polîtîke.”    TRAVMAYA NAQEDE   Jinan bi navê Ceylan Besta jî, anî ziman ku di salên dawî de jin li ber çavên zarokên xwe tên kuştin û wiha pê de çû: “Ev travmaya herî mezin û qet naqede. Bi her awayî pêşiya jinan tê girtin. Li şûna ku welatê me pêş bikeve, her ku diçe paş dikeve. Derbarê rewşa jinan de tu pêşketin tuneye. Qatilên jinan ji xwe re derve de digerin, lê mirovên bêguneh di zindanan de ne.”    KES JINAN NAPARÊZE!   Hasret Ozdemîr Gulmez a bi gotina “Kes jinan naparêze!” bertek nîşanî feshkirina peymanê da jî, wiha got: “Tundiya di malê de dest pê dike, li kolan, kargeh û qadên cur bi cur dewam dike. Tekane daxwaza me ew e ku em di heman şert û mercan de bijîn e. Ji qetilkirinên jinan êdî em bêzar bûne. Majê me jî yê jiyanê heye. Bila tu zarok bê dayik nemînin.”    MA / Arjîn Dîlek Oncel