Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê 2021-03-24 13:38:10   NAVENDA NÛÇEYAN – Fîgen Yuksekdag, derbarê vekişandina ji Peymana Stenbolê ev peyam da: “Ji bo destûr ji êrişên desthilata ku kujer û tecawizkarên jinan diparêze re neyê dayîn dem dema hê bêtir berxwedan û piştevaniyê ye.”   Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê têkildarî vekişandina ji Peymana Stenbolê li ser hesabê xwe yê twîtterê weşand. Yuksekdag, têkildarî vekişandinê ev peyam dan: “Me çawa Peyman Stenbolê bi têkoşînê qezenc kir, em ê li kuçe û bi berxwedanê peymanê biparêzin. Ji bo destûr ji êrişên desthilata ku kujer û tecawizkarên jinan diparêze re neyê dayîn dem dema hê bêtir berxwedan û piştevaniyê ye.”