Dayikên Şemiyê yên bêyî ku xwe bigihînin hestiyên zarokên koç kirin 2017-10-03 13:11:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Şemiyê ku bêyî bigihên hestiyên zarok û xizmên xwe jiyana xwe ji dest dan, li pêyî xwe jiyaneke mişt berxwedan û têkoşîn hişt. Piştî wan gotinên Dayika Berfo ku digot “Li pişt me êşên me û serînetewandina me ya li hemberî zilmê heye” man.  Dayikên Şemiyê yên bi pirsa“Kiryar diyar in, lê winda li ku ne?" ji bo heqîqet derkeve holê û bi vê dirûşmeyê li xizmên xwe yî winda digerin, ev tam 22 sal e li ber xwe didin û têdikoşin. Dayikên Şemiyê yên evqas sal e, li gel çewisandin û êrîşên hemû hikûmetên hatin û çûn jî, bêyî bêjin ba û baran e, her hefte roja şemiyê li Qada Galatasarayê tên gel hev û li aqûbeta zarok û xizmên xwe yî windayî dipirsin û diwazin kiryarên wan bên dîtin û hesab bidin. Lê belê ji van dayikên ku bi salan ji bo aqûbeta zarokên xwe têkoşiyan, bêyî ku xwe bigihînin hestiyên zarok û xizmên xwe jiyana xwe ji dest dan. Ji van dayikan hin jê ev in: Dayika Berfo, Fatime Taşkaya, Kiraz Şahin, Şahsenem Cihan, Kesriye Demir, Cevriye Altunbaş, Zeynep Guney, Ziyneti Turkoglu, Fincan Bilgin, Asiye Karakoç, Hediye Coşkun, Makbule Babaglu.   DAYIKA BERFO TAM 33 SALAN LI KURÊ XWE CEMÎL GERIYA    Yek ji remza Dayikên Şemiyê dayika Cemîl Kirbayir, Berfo Kirbayir  a 105 salî bû, ku tam 33 salan li kurê xwe Cemîl geriya.    Kirbayir ji windahiyên ewil ê derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî ye û ev 37 sal in aqûbeta wî nediyar e. Dayika Berfo ya dev ji lêgerîna kurê xwe berneda û bi gotinên xwe yî "Ji ber ku min digot wê kurê min bê, min derî û kulek vekirî hiştin. Meh derbas bûn, roj derbas bûn, sal derbas bûn, lê kurê min nehat. Heke kurê min miribe qet nebe bila cenazeyê wî bidin min" di bîra mirovan de ma û di têkoşîna 22 salan a Dayikên Şemiyê de xwedî cihekî girîng e.    DAYIKA BERFO NEGIHA HESTIYÊN KURÊ XWE CEMÎL    Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan gotibû "Li pişt Dayikên Şemiyê hêzên cuda hene" û Dayika Berfo jî wiha bersiva wî dabû:"Li pişt me êşên me û neserîtawendina me heye." Heman Erdogan dawiyê bi Dayika Berfo re hevdîtin çê kiribû û sozê ku ew ê kurê wê Cemîl Kirbayir bibîne dabû.    Piştî gotinên Dayika Berfo "31 sal e digerim, kurê min bibîne", bi fermana Erdogan di 9'ê Sibata 2011'an de ji bo lêgerîna li aqûbeta Cemîl Kirbayir, li Meclîsê Komîsyona Lêgerînê hat avakirin. Lê belê, li gel hemû belge, agahî û beyanên di dest de jî Komîsyona Meclîsê, Serdozgeriya Komarê ya Qersê der barê berpirsiyaran de doz venekir. Dayika Berfo ya Erdogan soz da wê jî, bêyî hestiyên kurê xwe bibîne di 22'yê Sibata 2013'an de jiyana xwe ji dest da.    Di doza ku der barê windakirina Kirbayir de li DMME’yê têdîtin de, Wezareta Dadê di parêziya xwe de wiha got: “Dayika Berfo mir, bila doz betal bibe.”    FATÎME TAŞKAYA BÊYÎ KU KURÊ XWE BIBÎNE ÇÛ    Yek ji Dayikên Şemiyê ya temenê wê têra dîtina kurê wê Huseyîn Taşkaya nekir jî, Fatîme Taşkaya ye.    Taşkaya ji bo kurê xwe yê winda Huseyîn, bi salan li Qada Galatasarayê rûnişt. Taşkaya dema ji bo aqûbeta kurê xwe diçe Muduriyeta Polîsan a Sêwrega Rihayê, jê re wiha tê gotin:"Careke din neyên cem me. Tevî kurên xwe yî din vir terk bikin, an wê ew jî winda bibin." Li ser vê Taşkaya jî wiha dibêje: "Heta ez hestiyên kurê xwe nebînim, naxwazim bimirim."    Taşkaya li Qada Galatasarayê wiha bangî Serokwezîrê wê demê Erdogan kiribû:"Kurekî min winda kirin, yê din jî bi operasyona KCK'ê girtin. Ev dewlet doza çi li me dike? Yek windakirin, ma nebes e? Ma sûcê me kurdbûyîna me ye?" Lê belê Fatîme Taşkaya jî, bêyî xwe bigihîne kurê xwe, di 7'ê Cotmeha 2015'an de li Tûzlayê jiyana xwe ji dest da.    BÊYÎ AGAHIYEKÊ JI HEVJÎNÊ XWE BIGIRE JIYANA XWE JI DEST DA    Dayikên Şemiyê Kîraz Şahîn jî, bêyî hay ji aqûbeta hevjînê xwe Îsmaîl Şahîn ê di 1996'an de hat windakirin çê bibe, jiyana xwe ji dest da. Hevjînê Şahîn, li Şaredariya Beyoglûyê karkerê paqijiyê bû û di 18'ê Çileya 1996’an de hat windakirin. Kîraz Şahîn di 2011'an de dema Serokwezîrê wê demê Erdogan bi malbatên xizmên windayan re hevdîtin çê kiribû wiha gotibû: “Hevjînê min karkerê we bû, di dema mesaiyê de winda bû. Daxuyandina aqûbeta Îsmaîl Şahîn berprisiyariya we ye jî."    Lê Kîraz Şahîn jî ji ber pençeşêra madeyê di 27'ê Sibata 2015'an de jiyana xwe ji dest da û li gundê Gûbyar ê Almûsa Tokatê hat definkirin.    ŞAHSENEM CÎHAN LI CEM KURÊ XWE HAT DEFINKIRIN    Dayika Şemiyê Şahsenem Cîhan jî, bêyî ku darizandina kiryarên kurê xwe Suleyman Cîhan ku di bin çavan de bi îşekenceyê hat qetilkirin bibîne, jiyana xwe ji dest da. Suleyman Cîhan di 29'ê Tîrmeha 1981'ê de ji aliyê Mehmet Agar û ekîba wî ve hat binçavkirin û li Bostanciyê ew birin malekê û ji qata 6'an ve avêtin erdê. Dayika Cîhan, Şahsenem Cîhan jî di 29'ê Gulana 2015'an de ji v dinyayê koç kir û li Goristana Ferîkoyê li cem kurê xwe hat definkirin.    ‘ÇI BÛ JI KURÊ MIN?'    Abdûrahhîm Demîr (21), di 17'ê Tebaxa 1995'an di dema OHAL'ê de li Mahsertêya Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin û careke din agahî jê nayên wergirtin. Dayika Demîr, Kesriye Demîr jî bêyî ku xwe bigihîne hestiyên kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Dema kurê wê winda dibe, Demîr wêneyê kurê xwe hildigire û diçe qereqolê. Qereqol jê re dibêje "Kesekî wiha nehatiye binçavkirin.” Li ser vê Demîr wiha dipirse:"Çi bû ji kurê min?"    CEVRIYE ALTÛNBAŞ BÊYÎ KULÎLKAN DEYNE SER GORA ZEKIYÊ XWE KOÇ KIR    Cevriye Altûnbaş, dayika Zekî Altûnbaşê ku di dema 12'ê Îlonê de leşker bû û hatbinçavkirin û careke din agahî jê nehatin wergirtin jî, di dema lêgerîna kurê xwe de jiyana xwe ji dest da. Cevriye Altûnbaş ku dixwest gora kurê wê hebe û bes xeyala wê ew bû ku kulîlkan deyne ser gora kurê xwe. Lê bêyî ku xwe bigîhîne Zekiyê xwe di 31'ê Adar 2015'an de li mala xwe yî li Yalovayê jiyana xwe ji dest da.    NAVÊ KURÊ XWE LI DILÊ XWE NIVÎSAND    Zeynep Guney, dayika Veysel Guney ku yek ji windayên 12'ê Îlonê ye, bêyî ku bi çavên seriya gora kurê xwe bibîne di 13'ê Cotmeha 2012'an de jiyana xwe ji dest da. Guney nameyek ji Qada Galatasarayê re şandibû û ji bo kurê xwe Veysel wiha gotibû:"Min wêneyê wî li çavên xwe çêkirin, navê wî jî li dilê xwe nivîsandiye."    BI HÊVIYA DÊ ROJEKÊ KURÊ WERE TIM ÇAVERÊ BÛ    Talat Turkoglû, di 1'ê Nîsana 1996'an de dema ji Edîrneyê ber bi mala xwe yî Stenbolê ve vedigeriya, careke din agahî jê nehatin wergirtin. Dayika wî Ziynet Turkoglû jî bêyî xwe bigihîne hestiyên kurê xwe koç kir.    Fîncan Bîlgîn jî yek ji wan Dayikên Şemiyê ye ku, bêyî hay ji aqûbeta kurê xwe Kenan Bîlgîn ku di 1994'an de li Dîkmena Enqereyê li rawestgeheke otobosê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehatin wergirtin, çêbibe jiyana xwe ji dest da. Fîncan Bîlgîn, her bi hêviya, "Tiştek bi Kenan nehatiye, wê rojekê were" dijiya.    PIŞTÎ SALAN TEVÎ KURÊ XWE HAT DEFINKIRIN    Seyhan Dogan, di 2-6'ê mijdara 1995'an de li Kerborana Mêrdînê tevî 9 kesan tê binçavkirin û careke din agahî jê nayên wergirtin. Piştî 18 salan şûnde, di dema kolandinan de hestiyên Seyhanê 13 salî tên dîtin. Dayika Asiye û bav Ramazan Dogan ku bi salan li kurê xwe Seyhan geriyan, bi hev re hatin definkirin.    HEKE HESTIYÊN KURÊ XWE BIDÎTANA DÊ LI SER MILÊN XWE BIKIRANA    Fatma Morsumbul, dayika Huseyin Morsumbul ku li Çewligê di dema darbeya leşkerî ya 1980’yî de hat binçavkirin û paşê hat windakirin, di 25’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da. Leşker û polîsan piştî darbeya 12’ê Îlonê bi 6 rojan avêtine ser mala Fatma Morsumbul û wê wextê çavê kurê wê yê 18 salî Huseyin Morsumbul girêdidin û binçav dikin. Yek ji çawîşên ku di dema avêtina ser malê de cih digire ji Fatma Morsumbulê re dibêje “Em ê 5 deqîqe şûnde kurê te berdin.” Lê belê dayik Fatma ji wê rojê şûnde êdî kurê xwe nedît. Dayik Fatma hesreta xwe ya ji bo Huseyinê xwe bi van gotina anî bû ziman: “Heke ez hestiyên kurê xwe bibinim ez ê wan deynim ser mile xwe. Çimkî min zaf bêriya bêhna wî kiriye.”    Asiye Karakoç, dayika Ridvan Karakoç k udi 3’yê Hezîrana 1995’an de bi îşkenceyê hat kuştin, di 7’ê Kanûna 2016’an de jiyana xwe ji dest da. Kurê wê Ridvan li Stenbolê di nav xebatên avakirina Navenda Çandê ya Mezopotamyayê de cih girtibû. Dayika Rivan dema kurê wê tê binçavkirin zaf lê digere, lê belê tiştekî bi dest naxe û dewlet binçavkirina Ridvan înkar dike. Lê dema malbata Hasan Ocak ku tê windakirin li kurê xwe digerin, din av dosyeyên Dozgeriya Beykozê de çav li wêneyên Ridvan Karakoç ku dema hatiye îşkencekirin dikevin. Li ser vê derdikeve holê ku Ridvan bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û di 2’yê Gulana 1995’an de bedena wî ya bêgiyan avêtine qadeke daristanî ya Beykozê. Lê belê her çi qas şopa tiliyên Ridvan karakoç li hemû saziyên fermî hebûne, dîsa jî wek kesekî “nasnameya wî meçhûl” bi dizîka li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê tê definkirin. Lê paşê malbat wî ji vê gorê derdixînin û li Goristana Taxa Gaziyê defin dikin.    Asiye Karakoç wiha gotibû: “Dîsa yê me siûda me heye, bi tesadufî me gora xwe dît. Bi salan em qîriyan, lê kesî ne em dîtin û ne jî bihîst. Ev dewlet deyndarê me ye. Divê canekî, birayekî, hevrêyekî bide.” Lê bêyî ku edaletê bibîne Asiye Karakoç jî jiyana xwe ji dest da.    DIXWEST LI CEM KURÊ XWE BÊ DEFINKIRIN, LÊ…   Dayika Hediye Coşkun (80) di 18’ê Gulana 2017’an de jiyana xwe ji dest da. Li gundê Ûlaşê yê Kerborana Mêrdînê, di sala 1993’an de hevjînê wê hat kuştin. Piştî kuştina hevjînê wê mala wê hat rûxandin. Dema bê mal ma, neçar ma ku tevî zarokên xwe koçî Kerboranê bike. Di sala 1995’an de kurê wê Abdurrahman Coşkunê 21 salî di bin çavan de hat windakirin. Ji bo hestiyên kurê xwe bibîne tam 19 salan têkoşiya. Piştî hestiyên kurê xwe dîtin û bêhn kirin bi 3 salan şûnde jiyana xwe ji dest da. Wesiyeta wê ew bû kul i cem kurê xwe bê definkirin, lê belê dewletê nehişt wesiyeta wê bi cih bê. Gora kurê wê li Nisêbînê bû û dora wê ji aliyê dewletê ve bi telan hatibû dorpêçkirin û ji ber vê malbatê nikaribû dayikê li cem kurê wê defin bike. Hediye Coşkun li Qada Galatasarayê wiha bang kiribû: “Bila êdî aştî çê bibe. Ez giriyame, bila kes negirî.”    DAYIKA ROJNAMEGER NAZIM BABAOGLU: MAKBULE BABAOGLU    Makbule Babaoglu, dayika nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu ku di sala 1994’an de li Sêwrega Rihayê hat revandin û kuştin, di 80 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dayik Makbule Babaoglu li Goristana Yenikoy a Amedê hat definkirin. Di çalakiya Dayikên Şemiyê de wiha axivîbû: “Ez ji kesên dewletê bi rê ve dibim dipirsim, ma bêyî ku hûn hetsiyê kurê min bidin min hûn çawa aştiyê pêk bînin? Hûn hestiyên zarokên me ji me vedişêrin, hûn ê çawa aştiyê pêk bînin?”    DAYIKÊN ŞEMIYÊ BI TENÊ NEHIŞT    Mirova Şemiyê Guzel Şahin ku digot “Hemû zarokên hatine windakirin ewladên min in” tam 22 salan li Qada Galatasarayê piştevanoya Dayikên Şemiyê kir. Lê belê ji ber xwşnwerivîna mêjî di 20’ê Îlona 2017’an de jiyana xwe ji dest da. Guzel Şahin ku tim li cem Dayikên Şemiyê bû û ew bi tene nedihiştin, bi kulma xwe ya bilindkirî di bîra miroavn de ye.