'Êrîşa li dijî Efrînê li dijî azadiya jinê ye' 2018-01-26 11:53:40 ENQERE - Endama Konseya Jinan a Navenda Şoreşgeran Gul Nuhjîn Dînler, diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê li dijî azadiya jinê ye û wiha got: "Jinên Efrînê dê bersiva pêwîst bidin AKP'ê. Divê hemû jin xwedî Efînê derbikevin." Bertekên li dijî operasyona Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) ên li ser Efrînê di roja 7'emîn de jî berdewam dikin. Endama Jinan a Navenda Partiya Şoreşger Gul Nuhjîn Dînler, diyar kir ku ev dagirkeriye û wiha axivî: "AKP bi têkçûyînek mezin ber bi sala 2019'an ve diçe. Ev şerê dagirkeriyê, ji bo AKP hebûna xwe bi domîne ye. AKP'ê dengên pir cîdî winda kirin. Ji ber vê yekê hemleyên wiha pêk tîne. Bi awayekê eşkere dixwazin Efrînê dagir bikin. Divê ev polîtîkayên şer ên dargirkeriyê neyên naskirin."   'AKP MEHKUMÊ BINKEFTINÊ YE'   Dînler, anî ziman ku AKP nêzî du salan bi OHAL'ê êrîşî muxalîfan dike û polîtîkayên xwe yên hesimkirinê li ser wan dide meşandin. Dînler, bal kişand ser desthilatdariya AKP-Qesrê û wiha bilêv kir: "Di bin navê dagirkeriya Efrînê de, êrîşî hemû gelan dike. 11 hevalên me li ser ku ji şer re gotin na hatin girtin. Hikûmeteke wihan teng bûyî, bi tunebûnê re rû bi rû ye."   ‘ÊRÎŞ LI DIJÎ AZADIYA JINÊ YE’    Dînler, navê "Şaxa Zeytînê" li tevgera şer kirin, mîna pêkenokan dibîne û wiha bilêv kir: "Parazvanên rast ên şaxa zeytûnê ku sembola aştiyê ye jin in. Jinan her tim aştî parastine. Tu carî şer nexwestin. AKP tehemûlê têkoşîna jinê nake. AKP bi hevkariya OSO li Efrînê êrîşî azadiya jinê dike. Ên ku jinan qetil dikin pir bi rehetî li koçeyan digerin. Divê li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê em jin bên gel hev."   ‘JIN DÊ BERSIVA RAST BIDIN AKP'Ê'   Dînler, dest nîşan kir ku weke pêvajoya Kobanê dê li Efrînê jî gel û hêzên berxwedêr bi têkoşîna xwe serbikevin û wiha pê de çû: "Ji ber ku hemû gelên li wê derê birçiyê azadiyê, wekheviyê û aştiyê ne. Ji bo vê jî ma be, dê li ber xwe bidin. Ji sala 2011'an ve şerê ku li Sûriyeyê hatî destpêkirin heya roja îro berdewam kiriye û li gelek qadan piştî şer jiyana ji nû ve hatiye avakirin. Dê têkoşîna li Efrînê berdewama serkeftina Kobanê be. Jinên li wê derê û hemû gel dê bi hişk têbikoşin û bersiva herî pêwîst bidinm hikûmeta AKP'ê."   'DIVÊ HEMÛ JIN XWEDÎ EFRÎNÊ DERBIKEVIN'   Dînler, di diwaya axaftina xwe de wiha got: "Hemû şerên derveyî welat, rê li ber şerê navxweyî vedikin. Em jinên Partiya Şoreşger, bang li hemû jinan dikin ku xwedî li Efrînê derbikevin. Hemû şer bixwe re mirin, xizantî, tacîz û tecawîzan tîne. Divê hemû jin xwedî vê têkoşînê derbikevin û bê tirs derkevin kolanan û gotinên xwe bêjin."