Faîl Diyar e: Bila Engîn Ceylan bê girtin 2021-03-28 13:23:24   MUGLA - Li ser medya civakî dîmenê ku li Muglayê mêr tundiyê li jinê dike hat belavkirin. Li ser vê yekê bertekên li dijî tundiyê zêde bûn. Li ser hesabê Twitterê bi etîketa  #BilaEngînCeylanBêGirtin (#EnginCeylanTutuklansın) bertekên xwe anîn ziman û xwest faîl bê girtin.    Tundiya mêr a li dijî jinê her roj belav dibe. Herî dawî li Navçeya Marmarîsê ya Muglayê li ser medya civakî dîmenê ku mêr li jinê dixe hat parvekirin. Di dîmen de mêrê ku hat fêrbûn navê wî Engin Ceylan e bi hêrs û tundî destê xwe li ruyê jinê dixe û heqaretê lê dike. Mêr sîleyan li jina ku li tenişta wî rûniştiye dixe û piştre heqaretê lê dike. Piştî ev dîmen li ser medya civakî hat parvekirin li ser hesabê Twitterê yê tora medya civakî bi etîketa  #BilaEngînCeylanBêGirtin (#EnginCeylanTutuklansın) bertekên xwe anîn ziman û xwest faîl bê girtin. Dîsa bang hat kirin ku tundiya li ser jinan bi dawî bibe.