Cezayê heta hetayê li kujerê Gullu Yilmaz hat birîn 2021-03-30 14:10:35   AMED - Dadgehê cezayê heta hetayê yê hefsê li Can Yilmaz ê hevjîna xwe Gullu Yilmaz bi şewitandinê kuştibû birî.    Li navçeya Erxenî ya Amedê di 17’ê cotmeha 2019’an de Can Yilmaz hevjîna xwe Gullu Yilmaz bi şewitandinê kuştibû. Bersûcê dozê Can Yilmaz ji sûcên “kuştina bi cinawir û eziyet kişandinê” û “birîndarkirina bi qestî ya gengaz e” girtî dihat darizandin. Danişîna biryarê ya dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Bersûcê dozê Yilmaz li eywana danişînê hat amadekirin û malbata Gullu Yilmaz û parêzerên malbatê Şeyma Onûr, Gevriye Atli û Çîgdem Sevîmlî beşdarî danişînê bûn.    Piştî parastinan dadgehê ji her du sûcan jî cezayê heta hetayê yê hefsê li Yilmaz birî. Dadgehê her wiha ji ber bersûc Yilmaz keça xwe Dîlek jî birîndar kiribû ji sûcê “birîndarkirina bi qestî ya gengaz e” jî 6 meh cezayê hefsê lê birî.    Piştî danişînê parêzerên dozê li ber Edliya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê û destnîşan kirin ku ji ber mercên edlî parastina Gullû Yilmaz nekirin hatiye qetilkirin û biryara cezayê hatiye birîn cihê şanaziyê ye û ew ê her biqîrin ku sûcdar û kujer bêceza nemînin.