Fatma Altinmakas bi ‘biryara malbatê’ hatiye qetilkirin 2021-03-30 15:00:07   AGIRÎ – Di cînayeta Fatma Altinmakas de Sînan Altinmakas ku dest dirêjî Altınmakas kiribû weke “bersûc” hat guhdarkirin, sûcdariya destdirêjiyê ya li xwe red kir û da zanîn ku cînayeta ji aliyê kekê wî ve pêk hatiye bi “fermana mezinên malbatê” çêbûye.   Li navçeya Melezgirê ya Mûşê, ji ber ku di nav malbatê de destdirêjî wê hatibû kirin, Fatma Altinmakas gilî kiribû û piştre ji aliyê hevjînê xwe Kazim Altinmakas ve di 14’ê tîrmeha 2020’an de hatibû qetilkirin. Yekemîn danişîna doza ku derbarê cînayetê de hatibû vekirin, li Dadgeha Cezaya Giran a navçeya Panosê ya Agiriyê hat dîtin. Parêzerên malbata Altinmakas li danişînê amade bûn. Bersûc Kazim Altinmakas ku cezayê muebetê giran jê re tê xwestin jî bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn.    GOTINÊN BERSÛC HEVNEGIRTIN   Di danişînê de destpêkê bersûc Kazim Altinmakas axivî û parastina xwe kir. Altinmakas, li gel îfadeya xwe ya li dozgeriyê ku angaşt kiribû “nizanim min ew çawa kuşt” jî vê carê got ku dema xwestiye çekê ji destê Fatma Altinmakas bigire çek teqiyaye.   ŞAHID: BI ZAROKÊN WÊ GEF LÊ HAT XWARIN   Piştî bersûc Kazim Altinmakas, şahdin hatin guhdarkirin. Şahid Fatma Ayaz, diyar kir ku bersûc Sînan Altinmakas bi zarokên wê gef li xwişka wê xwariya û dest dirêjî wê kiriye. Ayaz, da zanîn ku piştî giliya ewil bersûc Kazim Altinmakas lê geriyaye û got ku Sînan Altinmakas ji bo kuştina Fatma Altinmakas gef li bersûc Kazim Altinmakas xwariye.    TECAWIZA SÎSTEMATÎK    Piştre xwarziya bersûc Altinmakas Kader Akar weke şahid hat guhdarkirin. Akar, da zanîn ku roja cînayet pêk hatiye Kazim Altinmaks ketiye hundir û bi guleyan Fatma Altinmakas kuştiye. Akar, destnîşan kir ku Sînan Altinmakas jî timik peyamên bi gef ji Fatma Altinmaks re şandiye û wê bixwe jî van peyaman dîtiye. Akar, got ku Sînan Altinmakas bi awayekî sistematik dest dirêjî Fatma Altinmakas kiriye.    BI ‘BI BIRYARA MALBATÊ’ HATIYE QETILKIRIN   Piştî şahidan Sînan Altinmakas ku dest dirêjî Fatma Altinmakas kiribû jî weke bersûc hat guharkirin. Altinmakas, sûcdariya destdirêjiyê ya li xwe red kir û bi van gotinan li xwe mikûr hat: “Kekê min Kazim li min geriya û got ku wê hevjina xwe bikuje. Min jî got ku wê nekuje û bibe mala bavê wê. Kekê min vê cînayetê bi tena serê xwe pêk nanî. Dema ku ez çûm hevdîtina wî ya li girtîgehê ji min got ku bi fermana ku ji gelek mezinên malbatê girtiye cinayetê pêk aniye. Van li hev civiyan û wiha biryar dane.”   ‘CÎNAYETEKE CIVAKÎ’   Kekê Fatma Altinmakas Mîr Bedîrhan Ayaz ku parêzeriya xwişka xwe kir, diyar kir ku dozname kêm e û divê kesek tenê ji cinayetê neyê darizandin. Ayaz, cînayetê weke cînayeteke civakî pênase kir û got ku ji ber gotinên giliya ewil a xwişka wî Fatma Altinmakas esas nehatiye girtin cînayet pêk hatiye.    Piştî parastin û guhdarkirina şahidan heyeta dadgehê, biryar da ku qeydên HTS’ê yên telefona Sînan Altinmakas bê girtin û berdewama girtina Kazim Altinmakas da û danişînê taloqî 6’ê gulanê kir.