Cezayê li bersûcê Bûlût hatibû birîn, hat erêkirin 2021-04-01 16:00:26   ENQERE - Cezayê li bersûcê Emîne Bûlût Fadaî Varan hatibû birîn, ji aliyê Îstînafê ve hat erêkirin. Parêzerên malbata Bûlût wê dosyeyê bişînin Dadgeha Bilind.    Cezayê muebetê li zilamê bi navê Fedaî Varan ê di 18’ê Tebaxa 2019’an de li Kirikkaleyê Emîne Bûlût qelkir, hatibû birin. Cezayê muebetê yê li Varan hatibû birîn, li Daîreya Cezayê 2’yemîn a Dadgeha Edlî ya Herêma Enqerê hat erêkirin.    Parêzerên malbata Bûlût, ji bo ku cezayê muebeta giran li bersûc Fedaî Varan bê birîn, wê dosyeyê bişîne  Dadgeha Bilind.