Li Kayseriyê jinek hat qetilkirin 2021-04-03 16:19:49   KAYSERÎ - Li navçeya Kocasînan, li kêleka rê cenazeyê jineke nasnameya wê nediyar hat dîtin.   Li navçeya Kocasînan a Kayseriyê cenazeyê jinekê hat dîtin. Şêniyên Taxa Saray Bosna di saetên şevê de dîtin ku jinek bê tevger kêleka rêya Kolana Çorakçi li erdê dirêj kiriye û agahî dan polîsan. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê piştî mudaxaleya ewil, diyar kirin ku jinê jiyana xwe ji dest daye.   Hat diyarkirin ku jina cenazayê wê hat dîtin 25 salî ye û nasnameya wê nediyar e, li ser laşê wê şopên birînê he ne. Piştî lêpirsînê tîmên tenduristiyê cenazeyê jina ciwan rakirin morga nexweşxaneyê.