Ayşe Baran a dayika wê hatiye kuştin: Bila Peymana Stenbolê were sepandin 2021-04-05 09:01:32 AMED - Ayşe Baran diyar kir ku dayika wê di 12 saliyê de bi darê zorê hatiye zewicandin û di encama tundiya zilam de jiyana xwe ji dest daye û xwest biryara betalkirina Peymana Stenbolê paş ve were kişandin.  Nerazîbûn û hêrsa jinan li dijî betalkirina Peymana Stenbolê berdewam dike.    Me li Amedê jin derbarê betalkirina Peymana Stenbolê de ji mikrofona me re axivîn û bal kişand ser girîngiya Peymanê û xwestin biryar paş ve were kişandin û dîsa were sepandin.    DAYIKA WÊ JÎ HATIYE KUŞTIN!    Ayşe Baran diyar kir ku da zanîn ku her roj jin tên kuştin û dayika wê jî ji aliyê bavê wê ve hatiye kuştin. Baran destnîşan kir ku ew li dijî betalkirina Peymanê ye û got: “Dayika min jî ji aliyê zilam ve hatiye kuştin. Di 12 saliya xwe de bi darê zorê hatiye zewicandin. Bavê min bi salan tundiyê lê kir. Ew tundî li me jî dihat kirin. Dayika min di sala 2010’an de ji aliyê bavê min ve hat kuştin. Em hemû di vê mijarê de mexdûr in. Bi hezaran jin li malê xwe bi tundiyê re rûbirû dimînin. Qet nebe Peyman ji bo jinan piştevaniyek bû. Ez betalkirina peymanê şermezar dikim. Ez piştevaniya Peymanê dikim û dixwazim were sepandin. Peyman ji bo me derfetek bû.”    ‘DIVÊ TAVILÊ BIRYAR PAŞ VE WERE KIŞANDIN’    Şûkran Arat jî xwedî li Peymanê derket û got: “Ez li dijî betalkirina Peymanê me. Jin jiyan e, divê jiyan neyê kuştin. Jin nebe tu tiştek nabe. Divê mafê jinan hemû werin parastin. Lazim e li dijî van êrişan em xwe bikin yek û li dij derkevin. Divê mafê jinan were parastin. Divê tavilê dest ji biryara betalkirinê berdin û demildest were sepandin.”    ‘BILA PEYMAN WERE SEPANDIN’    Famiye Çelîk jî anî ziman ku êdî ew ji ber nûçeyên kuştina jinan û zextên tên kirin naxwaze li televîzyonê temaşe bike û her roj jin tên kuştin û bi tundiyê re rûbirû ne û xwest li tavilê Peymana Stenbolê were sepandin.   DIVÊ SERÊ NEYÊ GIRTIN    Nûrdan Tûnç jî da zanîn ku Peymana Stenbolê ne tiştek ji rêze ye serê were girtin û divê li ser Peymanê nîqaş axaftin li serê were kirin û xwest Peyman paş ve were kişandin û dîsa bikeve meriyete.    NE KUŞTIN JIYANÊ DIXWAZIN    Fatma Guldalidir jî li dijî betalkirina Peyamanê bi hêrs û bertek e û anî ziman ku qet nebe Peymanê mafê zarokan û jinan diparast û jin kuştinê naxwazin jiyankirinê dixwazin. Guldalidir got ew Peymanê bi paş ve dixwazin û divê jin li dijî vê biryarê bibin yek deng.