Li Wanê meşa ji bo Peymana Stenbolê di 10'ê nîsanê de ye 2021-04-06 09:01:13 WAN - Jinên ku dê di 10'ê nîsanê de li Wanê li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê dakevin qadan, bang jinan kirin ku tevli meşê bibin.  Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 30'yê adarê de piştî civîna Koordînasyona jinê bernameya "Edalet ji bo jinê" ragihandibû û ragihandiû ku dê di çaçroveya bernameyê de li Amed û Wanê li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê meşan li dar bixe.    Meclîsê, ragihand ku dê meşa li Wanê di 10'ê Nîsanêd e bê lidarxistin. Meş ê tevî Tevgera Jinên Azad (TJA) saet di 12'an de li Kuçeya Hunerê bê lidarxistin. Tê payîn ku ji herêma Serhedê gelek jin tevli meşê bibin. Hevseroka HDP'a Bajêr Handan Karakoyûn û endama TJA'yê Aynûr Sarica, ji bo meşê bang li jinan kirin.    Karakoyûn got: "Em li benda hemû jinên Serhedê ne. Divê em bertekek mezin nîşan bidin li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê. Ji bo pêşî li ber sazîbûyîna pergala faşîst a AKP-MHP'ê bê girtin, em li benda hemû jina ku bên Kuçeya Hunerê."    Endama TJA'yê Aynûr Sarica jî biryara fesixkirina peymanê wekî "derbeyeke li têkoşîna jinê" pênase kir û got: "Em ê nehêlin feraseta bavkaniyê serketina me ya ku me bi têkoşînê bi dest xistiye bin pê bike. Em ê nehêlin jin bên kuştin." Sarica, destnîşan kir ku ji bo xurtkirina têkoşînê dê di 10'ê nîsanê de li qadê bin û got "Peymana Stenbolê jiyan e."    Sarica bang li hemû jinan kir ku di 10'ê Nîsanê de li Kuçeya Hunerê bin.