Komeleya Jinan a Starê rêveberiya xwe ya nû diyar kir 2021-04-07 16:59:07   WAN - Komeleya Jinan a Starê di 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî de rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Di kongreyê de, li dijî vekişandina ji Peymana Stenbolê peyama “têkoşînê” derket pêş.   Komeleya Jinan a Starê ku li Wanê xebatên xwe bi rêve dibe, 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê pêk anî. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Handan Karakoyûn û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, endamên Komîsyona Jinan a Baroyê, Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê, aktîvîsta Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) a ku ji aliyê KHK'ê ve hatibû girtin Zozan Ozgokçe, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, endamên MEBYA-DER'ê û gelek jin tevlî kongreyê bûn.    XEBATÊN KOMELEYÊ   Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û dîwan hat bijartin. Di kongereyê de derbarê xebatên komeleyê de sînevîzyonek hat nîşandan. Piştre rêvebera komeleyê Rojbîn Bor mafê axaftinê girt û wiha got: “Di 8'ê Adarê de bi TJA'yê re pîrozbahî hat lidarxistin. Li dijî betalkirina Peymana Stenbolê bi jinên Wanê re em kom bûn û me çalakî li dar xistin. Her wiha li dijî tundiya li hemberî jinan me bi Odeya Ajokaran a Wanê re bi navê 'Em li dijî tundiya li hemberî jinê pêl frenê dikin' xebatek da destpêkirin. Di nava salekî de bi gelek jinan re me hevdîtin pêk anî û me tora xwe ya piştevaniyê berfireh kir.” Di kongreye de wekî din sînovîzyona wêneyên jinên hatine qetilkirin û rastî tundiyê hatine hat nîşandan.   ‘EM Ê LI DIJÎ TUNDIYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN’   Pişt re Seroka komeleyê Serap Guvenç jî bal kişand ser pêvajoyê û wiha axivî: “Jin her tim di pêvajoyên girîng de xwe nû dikin, tecrubeyên xwe parvedikin û kêmasiyên xwe di berçavan re derbas dikin. Em ê li dijî tundiya li hemberî jinê ya di nava malê de têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi piştevaniya jinan xebatên xwe bidomînin. Em carek din dibêjin: Em îteat nakin, em li gorî daxwaza desthilatê tevnagerin, em ê ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşîna xwe bidomînin. Li dijî şer û tundiyê em ê dengê xwe bilind bikin.”   RÊVEBERIYA NÛ   Piştî axaftinan serok û rêveberên komeleyê hatin hilbijartin. Parêzer Dîlan Kûnt Ayan bû seroka komeleyê ya nû. Sevgî Ozdînç, Meryema Arslan, Mizgîn Bor û Emîne Bozkurt jî bûn rêveber.     ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA BIRÊXISTINKIRÎ MEZIN BIKIN’   Li ser navê rêveberiya nû Kûnt axivî. Kûnt, diyar kir ku li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan her roja ku derbas dibe zêde dibe û got: “Her roja ku diçe tundiya li dijî jinê  belav dibe. Ne tenê li kolanan êdî li malê jî jin ne di ewlehiyê de ne. Em her roj dibin şahidê kuştina jinan. Lê ligel her cûreyên şîdetê jî têkoşîna jinan dewam dike. Em ne tenê li dijî kedxwarî û zextên zayendperestiyê têdikoşin, em ji bo azadî, wekhevî û edaletê têkoşîn. Em li vir carek din bang dikin û dibêjin em bêdeng nabin. Em serî natewînin. Em ê têkoşîna xwe a bi rêxistinkirî mezin bikin.”   Jinên ku beşdarî kongreyê bûn bi axaftinên xwe soza têkoşînê ya li dijî tundiyê dan.    Kongre, bi govend gerandinê bi dawî bû.