Wê jinên HDP'î li Egeyê guh bidin pirsgirêkên jinan 2021-04-09 09:00:45 ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a HDP'ê ku dê kampanyaya "Ji xizaniya jinê re na" li Herêma Egeyê bide destpêkirin, ê di 12-14'ê nîsanê de çareserkirina pirsgirêkan bi jinan re nîqaş bike.  Meclîsa Jinan a HDP'ê, di çarçoveya kampanyaya "Edalet ji bo jinan" bernameya "Ji xizaniya jinê re na" dabû destpêkirin. Meclîs, ê bernameya ewil li Herêma Egeyê çêbike. Di çarçoveya bernameyê de dê di 12-14'ê Nîsanê de hevdîtinê bi jinan re bike. Ê Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlementera bajêr Serpîl Kemalbay û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşgeran Elîf Torûn Oneren hevdîtinê bi jinan re bikin û guh li pirsgirêkên wan bikin. Di çarçoveya bernameyê de dê ji xeynî Îzmîrê li Aydinê jî hevdîtinê bi jinan re bikin.    Heyet ê ewilî li Îzmîrê serdana saziyên jinan bike û dê civînan çêbike. Di civînan de Peymana Stenbolê, destkeftiyên jinan û êrîşên li ser van destkeftiyan û jinan bên nîqaşkirin. Her wiha dê pirsgirêkên jinên Egeyê yên di warê aborî, kedxwarî û krîza aborî de jî bên nîqaşkirin.    Her wiha dê Meclîs li Îzmîr û Aydinê serdana jinên li sera, fabrîke û tekstîlan dixebitin jî bike.    Endama Koordînasyona Jinê ya Navendî ya HDP'ê Berna Çelîk, diyar kir ku dixwazin pirsgirêkên jinên dixebitin li cihê cih tespît bikin û ji bo van pirsgirêkan çarena peyda bikin. Çelîk got: "Ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê krîzek aborî heye. Xizanî heye. Krîz û xizanî herî zêde bandorê li jinan dikin. Jinên ku keda wan a li malê naê dîtin, li kar jî keda wan nayê dîtin û tê binpêkirin. An jî bi heqdesteke pir kêm tên şixulandin.    Çelîk, destnîşan kir ku dixwazin bi hev re pirsgirêkên jinan çareser bikin û van pirsgirêkan têxin rojeva meclîsê û bi raya giştî re parve bikin.    MA / Semra Tûran