Rêveberên Baroya Mêrdînê yên jin: Em ê Baroya Mêrdînê bikin mînak 2021-04-09 10:15:32   MÊRDÎN - Di dîroka baroyan de yekem car li Baroya Mêrdînê temsîlkariya wekhev pêk hat. Ji 10 rêveberan 5 jin bûn rêveber. Rêveberên jin encama hilbijartinê wek serkeftina têkoşîna jinan nirxandin.    Baroya Mêrdînê de 4’ê Nîsanê de kongreya xwe pêk anî. Di hilbijartina baroyê de temsîlkariya wekhev derket holê û di dîroka baroyan de cara ewil e rêveberiyek wekhev tê bijartin. Ji bo serokatiya baroyê Îsmaîl Elîk hat bijartin û rêveberî ji 10 kesan pêk tê. Parêzerên jin ên di rêveberiyê de cih encama hilbijartinê wek serkeftina têkoşîna jinan nirxandin.    ‘ŞOREŞA JINAN E’     Ji parêzerên bû rêvebera baroyê Şemse Yelîz Çîftçî got 21 sal in ew li Mêrdînê parêzeriyê dike û cara yekem e dikeve rêveberiya baroyê. Çîftçî hilbijartina baroyê wiha nirxand: “Ev hilbijartina me di serdemek ku Peymana Stenbolê hat betalkirin de pêk hat û ev jî serî rakirina civakî û şoreşa jinan e. Cara yekem e jinan piştigiriya hev kirin. Civakek ku xwedî wê têgihiştinê ye naxwaze rêveberên jin bibîne. Jixwe jinbûn zor e. Meriv parêzerek jin be jî bêtir zor e. Em ê bi têkoşîna xwe jinan bi civakê bidin pejirandin. Wê hebûna parêzerên jin bêtir bi bandor bibe. Belkî di siberojê de Baroya Mêrdînê bibe xwedî serokek jin jî. Em ê ji bo jinan her cûre projeyan bi rê ve bibin û li dijî her cûre tundî û êrişên li ser jinan têkoşînek xurt bikin.” ”    SERKEFTINA TÊKOŞÎNÊ    Parêzer Rûşen Bîngul Bînbaş a ji bo rêveberiya baroyê hat bijartin jî 7 sal in parêzeriyê dike. Bînbaş destnîşan kir ku ev temîliyeta wekhev serkeftina jinan e û got: “Me di hilbijartinê de da nîşandan ku jin dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Serokê baroya me Îsmaîl Elîk Û parêzerên zilam jî li cem jinan cih girtin. Em vê hilbijartinê wek şoreşa jinan dinirxînin. Em ê wezîfeya xwe bi layîqî bi cih bînin. Em ê ji bo maf û daxwazên jinan û zarokan têbikoşin.  Bi sedan sal e em têdikoşin. Ev jî encama wê têkoşînê ye. Ez di wê baweriyê de me em ê bi hevpîşeyên xwe yên jin re kar û barên xweşik bikin.”    ‘BIJARTINA ME DENG VEDA’    Bêrîvan Çelîk ku cara yekem e di rêveberiya baroyê de cih digire jî anî ziman ku 7 sal in ew li Mêrdînê parêzeriyê dike û berê jî wek nûnera baroyê li Nîsêbînê xebitî ye. Çelîk da zanîn ku ew li ser daxwaza hevpîşeyên xwe bûye namzet û got: “Tevî hemû pêşdarazan jî me wek Baroya Mêrdînê heta niha karên baş kirin. Em wek 5 jinan ji bo rêveberiyê hatin bijartin. Vê yekê jî di nava baroyên herêmê de deng veda. Em bi wê hêza ku temsîlyeta wekhev hin bêtir xebatên baş birêve bibin. Em ê li dijî binpêkirina mafên jin û zarokan heta dawiyê têbikoşin. Em ê xebatên bêhempa derxin holê.”    ‘WÊ BAROYA ME BALÊ BIKIŞÎNE SER XWE’    Parêzer Esra Akdag Karadenîz jî ji bo rêveberiya baroyê hat bijartin û 10 sal in li Qoserê parêzeriyê dike. Karadenîz destnîşan kir ku bi bijartina 5 jinan a rêveberiya baroyê re dê gelek tişt û têgihiştin werin guhertin û wiha got: “Nemaze em ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hevpîşeyên me yên jin bixebitin û ji bo çareseriyê xebatan birêve bibin. Di encama hilbijartinê de fesixkirina Peymana Stenbolê û têkoşînan jinan bandora xwe da nîşandan. Bijartina me bi bertekên xweşik re hat pêşwazîkirin. Di hilbijartinek din de dibe ku ji bo serokatiya baroya me jinek jî were bijartin, çima nebe. Dikare ji bo baroyên din jî bibe mînak. Ji ber temsîlkariya jinan wê baroya me zêdetir balê bikişîne ser xwe. Em hêvî dikin ku wê xebatên baroya me bandorê li ser baroyên din jî bike. Wê hevalên me jin hemû ji vê hêzê bigirin. Em ê her tim ji pirsgirêkan re bibin bersiv û piştgiriya jinan bikin. Baweriya me heye ku em ê ji bo jinan projeyên xweşik li pêş bixin. Baroya Mêrdînê ji bo tiştek xweş bû wesîle û me carek din nîşan da ku em hene.”    Navê parêzerên ji bo rêveberiya Baroya Mêrdînê hatine bijartin wiha ne: Bêrîvan Çelîk, Emîne Erboga, Rûşen Bîngul Bînbaş, Esra Akdag Karadenîz, Şemse Yelîz Çîftçî, Abdulkadîr Guner, Dildar Ektîren, Hakan Gelerî, Sezgîn Dînç û Memet Alpaslan.    MA / Ahmet Kanbal