Li gel ‘biryara parastin û dûrxistinê’ jî hat kuştin 2021-04-11 12:04:45   STENBOL – Arzû Îlhan Koca ku li Pendîkê dijiya, li gel biryara parastin û dûrxistinê ya derbarê wî de derxistibû jî ji aliyê hevjînê xwe Goksal Koca ve hat kuştin.    Arzû Îlhan Koca (39) ku li navçeya Pendîkê ya Stenbolê dijiya, li gel biryara parastin û dûrxistinê ya derbarê wî de derxistibû jî ji aliyê hevjînê xwe Goksal Koca (31) ve hat kuştin. Arzû Îlhan Koca ku ji Goksal Koca bi awayekî sîstematîk îşkence dîtibû, di meha çileyê de serî li polisan dabû û ji ber gumana jiyanê daxwaza parastinê kiribû.    Dadgeha Malbatê, derbarê Goksal Koca de biryar dûxistinê derxist û ji bo Arzû Îlhan Koca jî biryara parastinê bibang derxist. Li gel vê biryarê jî Goksel Koca bi zorê ket mala Arzû Îlhan Koca ya bi 3 zarokên xwe re lê dijiya û li ber çavên zarokên wê hevjîna xwe qetil kir. Hat diyarkirin ku Goksel Koca ji ber ku 2 zarokên Arzû Îlhan Koca yên ji hevjînê wê yê berê nexwestiye timik Îşkence li Arzû Îlhan Koca kiriye.