Olcay a li dijî tacîz û pençeşêr têdikoşiya jiyana xwe ji dest da 2021-04-11 12:31:40   NAVENDA NÛÇEYAN – Olcay Senem a ku tacîz û mobînga li Miduriyeta Çand û Turîzmê ya Bajar a Qersê lê hatibû kirin ragihand û ji sala 2016’an ve li dijî pençeşêrê têdikoşiya, li nexweşxaneya kul ê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.   Olcay Senem ku sala borî ji Ajansa me re axivî û tacîza li Miduriyeta Çand û Turîzmê ya Bajar a Qersê ji aliyê midurê saziyê H.D. ve li hemberî wê pêk hatibû ragihand û jiyana xwe ji dest da. Piştî tacîzê mobîng jî li Senem hatibû kiribûn û hatibû sirgûnkirin. Di vê pêvajoyê de di sala 2016’an de Senem bi pençeşêra pêsîrê jî ket û ji vê sale ve li dijî pençeşêrê têdikoşiya. Piştî tedawiya demeke dirêj Senem li dijî pençeşêrê bi ser neket û li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.