Ozgokçe: Piştî biryara derbarê peymanê de berê jinan didin malê 2021-04-14 09:01:08 WAN - Yek ji avakarên VAKAD'ê Zozan Ozgokçe, diyar kir ku biryara fesixkirina Peymana Stenbolê mêrên tahdeyê li jinan dikin bi hêz û quwet dike û jinên serî li midûriyetên polîsan û qereqolan didin ji wan re tê gotin "êdî biryara dûrxistinê tune ye" û bêyî tevdîrek bê girtin wan dişînin malê.  Di 20'ê Adarê de bi Biryarnameya Serokkomartiyê Peymana Stenbolê hat fesxikirin. Piştî vê biryarê rojeva herî zêde tê nîqaşkirin tahdeya li jinan tê kirin û cinayetên jinan e. Li gor daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha adarê de 28 jin hatin kuştin û ji roja ku biryara fesixkirinê hatiye dayîn jî herî kêm 15 jin hatine kuştin.    Yek ji avakarên Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) ku bi KHK'ê hatiye girtin Zozan Ozgokçe, dîmena piştî fesixkirina peymanê rû daye nirxand.    Ozgokçe, anî ziman ku piştî biryarê pirsên wekî "Em ji hin tiştên ku qanûnan li me ferz dikir xelas bûn. Gelo ez ê karibim welayeta zarok wergirim? Gelo ez ê nefeqê bidim an na? Ê cezayê dûrxistina ji malê hebe tune be?" peyda bûne. Ozgokçe, diyar kir ku berê bi awayekî qismî hin xalên peymanê pêk dihatin û ev yek hebikekî pêşî li ber tahde û kuştinê digirt û got: "Lê piştî fesixkirina peymanê, di nav 12 saetan de 6 jin hatin kuştin. Mêrên nefeqe didan û derbarê wan de biryara dûxistinê hebû, bi hêz û quwet bûn."    QEREQOL: ÊDÎ EM NIKARIN MIQATE BIN    Ozgokçe, bilêv kir ku peyman li dijî tahdeyê di gelek waran de rêber bû û got: "Peyman, zarokên keç diparast li hemberî destdirêjiyê. Niha qereqol jî 'rihet' bûne. Hin tiştên em ji çapemeniyê û jinan pê dihesin hene; jinên diçin qereqolan ji wan re dibêjin, 'Êdî em bi bûyerên bi vî rengî re eleqedar nabin. Êdî biryara dûrxistinê tune ye.' Midûriyetên polîsan an jî qereqol, jinên serî li wan didin, wan dişînin malên wan. Tevdîr nayên girtin. Piştî fesixkirinê êdî tiştekî ku jinan biparêze tune ye."    SEDEMÊN FESIXKIRINÊ    Ozgokçe, bilêv kir ku gava peyman hebû xwe baş hîs dikirin, lê belê piştî biryara fesixkirinê fikarên wan zêde bûne û got: "Niha tahde li min bê kirin, ez ê biçim ku derê?" Ozgokçe, bal kişand ser sedemên fesixkirinê û got: "Gotin dijî dînê me ye û fesixkirin. Lê belê kesên ku vê dibêjin, ne lêkolîn kirine ne peyman xwendine ne jî bi dîn dizanin. Sedemek din jî, dibêjin 'dijî malbatê ye, pergala malbatê xera dike.' Di peymanê de tê gotin divê jin li malê bin û tahde li wan neyê kirin. Kî li ber vê radibe? Helbet mêrên tahdeyê dikin, mirovên homofobîk û mirovên bi dîn siyasetê dikin. Jixwe ev kes kesên herî biproblem in. Ev derdor ji sedî 20'ê Tirkiyeyê ye. Ji sedî 80'ê peymanê qebûl dike. Lê bi gotina ji sedî 20 tê kirin."    BANG LI JINÊN AKP'Î KIR    Ozgokçe, diyar kir ku hin jinên di nav partiya îqtidarê de ne jî li ber vê biryarê radibin û got: "Divê ew jî xwedî li peymanê derkevin. Îqtidar, hebûna xwe li ser asasê dîn ava dike, behsa girîngiya malbatê dike û têgiha namûsê destnîşan dike û bi kesên di vî warî de siyasetê dikin re li hev kirin. Ji ber vê jiyana me jinan kirin qurban. Lewma di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê me û jinên AKP'î. Piraniya civakê em in."    XWEPARASTIN    Ozgokçe, bang li jinan kir ku li hemberî êrîşan û tahdeyê xwe biparêzin û got: "Li nêv kuçeyê tahde li jinê tê kirin, lê mirov di ber re derbas dibin, ne xema wan e. Yanî rewş ev qasî xirab bûye. Lewma divê mafê xweparastinê rojeva me ya sereke be. Rêxistinên jinan û hemû jin çi ji destê me bê divê em ji bo mafên xwe bikin û bitêkoşin."    MA / Ozlem Yayan