Gokkan ji girtiyên jin ên Fîlîstînî re nameya piştevaniyê şand 2021-04-16 10:25:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan a girtî, di nameya piştevaniyê ya ji girtiyên jin ên Fîlîstînî şand re de wiha got: “Zindanên Tirkiyê û Îsraîlê, bi berxwedana jinên Kurd û Fîlîstînî dihejin.”    Berdeveka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê dimîne, bi boneya “17-24’ê Nîsanê Hefteya Piştevaniya Dîlgirtiyên Fîlîstînî” ku bi banga li dijî îşkence û bêhiqûqiyên sistematik ên li girtîgehên Îsraîlê yên li dijî girtiyên tên Fîlîstînî dewam dikin, ji Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Amedê name ji girtiyên jin ên Fîlîstînî re şand.   Gokkan di nameya bi navbeynkariya Jinnewsê şand de, wiha got: “Girtiyên Kurd û Fîlîstînê, bi têkoşîna hevpar, pêşengtiya gelên Rojhilata Navîn dikin. Ez berxwedana girtiyên azadiyê silav dikim.”    Gokkan di dewama nameya xwe de, wiha got:   “Ji jinên girtî yên Fîlîstînî û tevgerên jinan re...    Hêzên emperyal dema ku serî li çavsoriya ku welatên Kurdistan û Fîlîstnê tune bikin, xistin, bi heqîqeteke ku texmîn nedikirin re hatin rû hev.   Dewletên emperyal rûpûşên xwe xistin. Berxwedana jinên Kurdistan û Fîlîstinê, dirûtiya dewletan derxist holê. Belê dibe ku hovîtî û çavsoriya dewletan di carekê de bi dawî nabe, lê dewletan jî ispat kirine ku mekanîzmayên hovîtiyê ne. Bi berxwedana girtiyên Kurdistan û Fîlîstînê re zindanên Tirkiye û Israîlê, bi berxwedana jinên kurd û fîlîstînî dihejin.   Em di 17’ê Nîsanê Roja Piştevaniya Girtiyên Fîlîstînî de ligel we ne. Girtiyên kurd û fîlîstînî li dijî osmanî û siyonîzmê têkoşîn kirin hevpar û ji bo gelên Rojhilata Navîn pêşengiyê dikin.   Bijî berxwedana zindanan   An azadî an azadî.”