Agahî ji aktîvîsta Îranî Şemsaî nayê girtin 2021-04-16 10:47:30   STENBOL - Agahî ji aktîvîsta Îranî Nasîbe Şemsaî ya li mala xwe ya Kadikoyê rastî êrişê hatibû, nayê girtin.   Aktivîsta mafê jinên Îranê Nasîbe Şemsaî, li dijî pêkanîna çarika mecbûrî, di sala 2017’an de, bi hinceta ku beşdarî “Çalakiya Çarşema Spî” bûye 12 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birin. Nasîbe Şemsaî ji ber ceza girtîgehê neçar dimîne ku bireve Tirkiyeyê.    Parêzerê Şemsaî Kûrtûlûş Baştimar, derbarê rewşa Şemsaî de ev agahî parvekir: “Şemsaî li Kadikoya Stenbolê dijî. Ji ber parvekirinên wê yên medya civakî, 4 kesên nasnameyên wan ne diyar êrişî mala wê kiribûn. Piştî êrişê agahî ji Şemsaî nayê girtin.”