Jinên HDP’î bi şandeya Denmarkê re Peymana Stenbolê nirxandin 2021-04-16 11:30:53   ENQERE - Jinên HDP’î û jinên endamên Parlementoya Denmarkê, biryara vekişîna Peymana Stenbolê bi civîneke online nirxandin. Jinan biryardariya domandina têkoşînê ya di platformên navnetewî de anîn ziman.    Rêveberên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi jinên Endamên Parlementoya Denmarkê di civîna onlinê de civiyan. Jinan biryara vekişîna Peymana Stenbolê nirxandin. Di civînê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Berdevka Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinan û Hevberdevka Maseya Rojhilata Navîn a HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Karên Derve Berpirsyar Feleknas Ûca û Endama Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Ayşe Berktay û Endamên Parlementoya Denmarkê Sînem Demîr, Anne Hegelund, Maria Temponeras û beşdarên Denmarkî tevli civînê bûn.    PEYMANA STENBOLÊ    Ayşe Acar Başaran a di civînê de axivî, diyar kir ku biryara vekişîna Peymana Stenbolê ne biryareke ku tenê Tirkiyeyê eleqedar bike ye û wiha got: “Divê em li dijî hişmendiya serweriya zilam a netewperest, mîlîtarîst û yekperest ku li her derê cîhanê ye têkoşîna jinan a enternasyonal mezin bikin.” Parlementer Feleknas Ûca jî wiha axivî: “Peymana Stenbolê grîngiya xwe ji têkoşîna hatiye dayîn digire. Ji ber vê yekê divê em vê peymanê bi hev re biparêzin.”   Şandeya Denmarkî jî xwest ku li Tirkiyeyê ji vekişîna Peymana Stenbolê heta tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tê meşandin û hemû binpêkirinên mafan bên nirxandin û anî ziman ku divê li ser van mijaran xebatên komî ên enternasyonal ên berfirehtir bên kirin. Şandeyê da zanîn ku berdewamkirina civîna pêdiviyeke.