Em tundiyê fren dikin: Perwerdeya zayendiya civakî ya 150 ajokaran 2021-04-18 09:42:59 MÊRSÎN - Seroka Komeleya Jinan a Mîmoza ya Mêrsînê Çîgdem Goksoy, diyar kir ku ew armanca dikin ku di çarçoveya projeya “Em tundiyê fren dikin” perwerdeya wekheviya zayendî ya civakî bidin 150 ajokaran.   Bi hevpariya Komeleya Piştevaniya Jinan a Gûşiya Xemrî ya Bûrsayê, li Wan, Trabzon, Edîrne û Mêrsînê, 4 komeleyên jinan ên cuda dest bi amadekariyên projeya “Em tundiyê fren dikin” kirin.    Xebata vê projeyê ya li Mêrsînê, wê dibin banê Komeleya Jinan a Mîmoza de bê birêvebirin. Komeleya Jinan a Mîmoza berî 6 mehan li navçeya Akdenîzê avakirin xwe îlan kiribû. Seroka Komeleyê Çîgdem Goksoy, têkildarî amadekariyên projeyê axivî û got: “Em armanc dikin ku bi projeya ‘Em tundiyê freng dikin’ hestiyarbûnekê li dijî tundî û newekheviya zayendî ava bikin.”    Goksoy, diyar kir ku di komeleya wan de parêzer, civaknas û derûnasên pispor cih digirin û wiha bilêv kir: “Em bi xebateke pispor a civakî, xebatên xwe bi rêve dibin. Bi vê em dixwazin qadên têkoşînê û pê hesînê bidin avakirin. Di heman demê de em pêkhatiya Weqfa Stargeha Jinan Banê Xemrîne. Têkiliya em bi jinên di vê weqfê de dixebitin re heye. Komeleya Piştevaniya Jinan a Gûşiya Xemrî ya Bûrsayê par dest bi xebata ‘Em tundiyê fren dikin’ kiribû. Ji me re gotin, ew dixwazin vê xebatê li gelek bajêran belav bikin. Me jî ev daxwaza wan qebûl kir. Em jî dixwazin ku rê û qadên xebatê yên jinan vekirin.”    TUNDÎ ZÊDE BÛ   Goksoy, da zanîn ku bi pêvajoya pandemiyê re, tundiya fîzîkî, derûnî û aborî li ser jinan zêde bû û wiha pê de çû: “Di pêvajoya pandemiyê de, gelek jinan serî li komeleya me dan. Dema ku jin rastî tundiyê tên, divê li qadên lê dimin jê derkevin. Lazime ku li cihê ku tundî lê tê kirin, nemîne û ji wê derê dûr bikeve. Ev jin jî ewil berê xwe didin wesayîtên veguhezînê. Ev jî bi giştî ajokarên taskiyane. Ji bo ku ajokar jinan fêm bikin û wan bibin komeleyên rast, me pêwîstî bi vê xebatê dît. Em dixwazin vê zanebûnê ava bikin. Divê êdî profîleke zilam a wekheviya zayendî ya civakî dizane bê avakirin. Pir kêm zilam hene ku bi hestiyariya zayendî ya civakî tevdigerin. Ji bo ku em vê hestiyariyê ava bikin û berfireh bikin, em xwest em pêşengtiya vê projeyê bikin.”   PIR ZIMANÎ   Civaknas Ulfiye Ozcan a ku dê  di çarçoveya projeyê de xebatê bi rêve bibe jî, bal kişand ser aliyê perwerdê yê vê xebatê û wiha got: “Em ê derbarê wekheviya zayendî ya civakî û tundiya li jinan tê kirin de, ajokarên taksiyan perwerde bikin. Di vê mijarê de me, kitêbok û broşur amade kirin. Me broşur bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngîlîzî amadekirine û bi 4 ziman çap kirin.”    HEDEF 150 AJOKARIN   Ozcan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Emê bi rêveberiyên Odeya Ajokaran re rawestgeha ziyaret bikin û wisan perwerdeyê bidin. Manîfestoyên ku me amadekirine, em ê li rawestgehan belav bikin. Hîna me dest perwerdê nekiriye, lê me amadekariyên xwe yên pêşîn temam kirine. Hedefa me ya ewil ew e ku em xwe bigihînin 150 ajokaran. Em dixwazin bi vê hestiyarbûnê ava bikin. Ji vir û şûnde jî emê xebatên xwe û têkoşîna xwe ya bi jinan re mezin bikin.”   MA / Esra Solîn Dal