Dê jin di konferansa sibê de xebatên xwe binirxînin 2018-01-29 09:29:14 AMED - Jin dê di 30-31'ê Çileyê de, bi şîara "Li dijî faşîzmê pergala hevserokatiyê" Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê lidar bixin. Endama Meclisa Partiyê Zuhal Tekîner, diyar kir ku rexneyên ku ji gel girtine dê ji bo plansaziya wan bibe ronahî. Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê di navbera 30-31'ê Çileyê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Salona Konferansê ya Vedat Aydin bê lidarxistin. Konferans bi şîara "Li dijî faşîzmê pergala hevserokatiyê" û "Jin li dijî faşîzmê li ber xwe didin" pêk tê. Endama Meclisa DBP'ê Zuhal Tekîner, aşkera kir ku hemû hevşaredar û hilbijêr tev li konfernasa DBP'ê dibin.   Tekîner destnîşan kir ku ruxmê hemû zextan jî Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê xebatên xwe kirine û ev tişt got: "Bi salan e li ser partiya me zext hene, lê xebatên me dewam dikin. Hevşaredarên me yên ku li cihê wan qeyûm tayîn kirine, dê tev li konferansê bibin. Bi hemû hevşaredarên me re têkiliyên me dewam dikin. Li 102 navendên ku şaredariyên me hene, civînên gel pêk hatin. Me ji gel rexne û pêşniyar girtin. Em ê bi konferansê re xebatên nû bi pêş bixin."   ‘DÊ QEYÛM BÊN TEŞHÎRKIRIN’   Tekîner diyar kir ku bi rêya qeyûman şaredarî ji DBP'ê hatin standin û polîtîkayên faşîzan di dewrê de ne û wiha pê de çû: "Em ê li ser xebatên qeyûman ên wekî derbeyê nîqaşan bimeşînin. Dê pêşeroj bê nirxandin û li gorî wê li bersivan bigerin. Me berê konferans pêk anîn û hin biryar girtin. Bi vê biryarê re hên di şaredariyên di destê me de navendên nû yên jinan hatin vekirin. Wekî tê zanîn qeyûman herî zêde êrîşê sazî û vîna jinan kir."   ‘EM Ê WAN TEŞHÎR BIKIN'   Tekîner da zanîn ku gel jî ev polîtîka dîtine û wiha domand: "Em xebatên qeyûman ji nêz ve dişopînin. Me demên berê rapor der barê polîtîkayên qeyûman de amade dikir. Em ê teşhîrkirina wan dewam bikin. Ji ber ku polîtîkaya wan a bişavtinê dewam dike. Ji bo wê em ê van konferansan dewam bikin."   Tekîner aşkera kir ku dê di konferansê de peyamên Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî bên xwendin.   Ji 102 şaredariyên DBP'ê 94 şaredarî hatin xesp kirin.