'Jin ji îstîhdamê dûr xistin’ 2021-04-25 09:00:25   ÎZMÎR - Seroka Şaxa Hejmara 8’emîn a Karê-Giştî ya Îzmîrê Denîz Şahîn Gumuştekîn, diyar kir ku di nava salekê de îstîhdama jinan pir kêm bûye û wiha got: “Bêkariya jinan a di pêvajoya pandemiyê de zêde bû, tam jî li gorî daxwaza desthilatdariyê jin ji îstîhdamê hatin dûrxistin.”   Li gorî rapora “Rewşa Hêza Kar a Jinan a Di Dema Kovîd-19” ya 7’ê Adara 2021’an da Navenda Lêkolînkirina DÎSK’ê, ji her 4 jinan yek jê dixebite û ji sedî 37.7 bêkariya jinan zêde bûye. Bêkariya jinan a pênaseya berfireh û windakirina kar ji ber Kovîd-19 ji sedî 43 windakirina kar a mehane 1 mîlyon û 484 hezare.   Seroka Şaxa Hejmara 8’emîn a Karê-Giştî ya Îzmîrê ya bi DÎSK’ê ve girêdayî Denîz Şahîn Gumuştekîn, derbarê zorî û zehmetiyên karkerên jin dijîn û daxwazên wan ên di 1’ê Gulanê bînin ziman de axivî.    JIN JI ÎSTÎHDAMÊ DÛR KIRIN   Gumuştekîn, diyar kir ku di jiyana xebatê de herî zêde jin ji kar hatin derxistin û wiha got: “Jinên ji kar hatin derxistin, neçar man ku di karên bêqeyd û bêparastin de bixebitin. Bi pêjavajoya pandemiyê re jî, cudakariya hebû kûrtir bû. Desthilatdariya AKP’ê, jinên karker kirin hedefa xwe. Ji ber çanda muhafizekar ên salên dawî, bi zextan jin ji jiyana kar hatin dûrxistin û hepsî malê hatin kirin. Gelek jinan di vê serdemê de dest ji jiyana kar berdan û neçar man ku ji dûr ve bixebitin. Tam jî gorî daxwaza desthilatdariyê jin ji îstîhdamê hatin dûrxistin.”   'LI DIJÎ CUDAKARIYÊ EM LI QADANE’   Gumuştekîn, da xuya kirin ku hêviya jinan a ku kareke baş bibînin nemaye û wiha bilêv kir: “Ji bo ku jin di jiyana kar de rastî cudakarî û bêmafiyan neyên, di viya bû desthilatdarî ji bo jinan qanûnên nû derbixe. Îro bi xizantiyê re têdikoşin. Li dijî polîtîkayên dijminantiyê yên li ser jinan, li ber xwe didin. Feskirina Peymana Stenbolê, dewama van polîtîkayane. Li tirkiyeyê her roj herî kêm 4 jin tên qetilkirin. Jin di malên xwe de, li kolan û qadan, li her derê tên kuştin. Ji bo ku neyin kuştin têdikoşin.”    BANG     Gumuştekîn, da zanîn ku ew ê li dijî xizankirina jinan, polîtîkayên qetilkirina jinan her tim li qadan bin û ev bang kir: “Em bang li hemû jinan dikin, roja yekitî, piştevanî û têkoşînê 1’ê Gulanê derbikevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman.”