Meclisa Jinan a HDP’ê: Em ê neyên darizandin bidarêzînin 2021-04-25 11:12:27   ENQERE – Meclisa Jinan a HDP’ê,  têkildarî Doza Kobanê ku sibê bê dîtin got ku wê neyên darizandin dê bidarêzînin û banga piştevaniyê li jinan kir.   Meclisa Jinan a HDP’ê, têkildarî doza Kobanê ku sibê bê dîtin û 28 jê girtî 108 siyasetmedar têde bên darizandin daxuyaniyeke nivîskî da. Meclisê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ê neyên darizandin dê bidarizînin û banga piştevaniyê li jinan kir.    Daxuyaniya meclisê bi tevahî wiha ye:   “'Her roj êrîşeke dî tînin ser têkoşîna jina nû destkeftiyê wan, aktivîstên ku têkoşîna jinan didin, siyasetmedar bi rengekî neheq û nehiqûqî têne destgîrkirin. Me mînaka vê ya herî dawî di doza ser têkoşîna jian a HDP'ê, têkoşîna wekhevî û azadiyê dedît, ku protestoya 6-8'ê Cotmehê ya Kobanê kirin hinceta vê.   Di vê dozê de ku bi kemîneke siyasî hatiye vekirin em ê bi 17 hevalên xwe re, ku 14 jê gritî ne, neyên darizandin lê em ê darizînin. Em ê wan kesan ku jinên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin kirine zindanan darizînin. Em ê wan kesan ku hevseroktiyê û rêgeza temsîltiya wekheviyê sûc dibînin darizînin! Em ê kesên ku dixwazin Peymana Stenbolê betal bikin darizînin!    Em ê wan kesan ku têkoşîna ji bo ekolojiyê sûc dibînin, sirûştê talan dikin darizînin! Em ê wan kesan ku jinên ku têkoşîna jinê didin rehîn girtine darizînin. Em ê bidin dengê wan jinan ku DAÎŞ'ê ew qetil kirine û kesên ku ev çete berdane darizînin! Em bang li wan hemû jinan dikin ku dibêjin 'têkoşîna jinan nikare were darizandin', piştevaniyê geş bikin!”