Li Aydinê pankarta Peymana Stenbolê hat daliqandin 2021-04-26 16:46:01   AYDIN - Jinên HDP’î ji bo balê bikişînin ser Peymana Stenbolê pankarteke mezin ku navê 88 jinên hatine qetilkirin li ser nivîsandî, bi avahiya navçeya xwe ya Dîdîmê ve daliqandin.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya xwe ya daliqandina pankartan a ji bo balê bikişînin ser Peymana Stenbolê û komkujiya jinan, didomînin. Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Aydinê, pankarta ku navê 88 jinên di 3 mehên ewil ên sala 2021’an de hatibûn qetilkirin û nivîsa “Di 3 mehên ewil ên sala 2021’an de 88 jin hatin qetilkirin. Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin, Peymana Stenbolê dide jiyîn” li ser nivîsandî bi avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Dîdîmê ve daliqand.