Li gel biryara dûrxistinê jî hat kuştin 2021-04-28 13:40:56   SAMSÛN – Ayşe Cenîklî, ji aliyê hevjînê xwe Bulent Cenîklî ku derbarê wî de biryara dûrxistinê derxistibû û pê re li asta berdanê ye ve hat qetilkirin.    Li taxa Gazîosmanpaşa ya navçeya Canîk a Samsûnê, jina bi navê Ayşe Cenîklî, ji aliyê hevjînê xwe Bulent Cenîklî ku pê re li asta berdanê ye ve hat qetilkirin. Hat hînbûn ku Ayşe Cenîklî ji ber tundiya sistematik ku lê kiriye beriya 15 rojan derbarê hevjînê xwe Bulent Cenîklî de biryara dûrxistinê derxistiye. Piştî bûyerê Bulent Cenîklî ji aliyê polisan ve hat binçavkirin û polisan ew birin Miduriyeta Şaxa Asayîşê ya Miduriyeta Polisan a Samsûnê.