'Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin' 2018-01-30 11:06:02 ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê berî 3'yemîn Kongreya Asayî ya 11'ê Sibatê, dê bi şiyara "Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin" konferansê pêk bîne. Partiya Demokraktîk a Gelan (HDP) di 11'ê Sibatê de li Arenaya Enqereyê 3'yemîn Kongreya Asayî pêk tîne. Meclisa Jinan a HDP'ê berî 3'yemîn Kongreya Mezin, bi şiyara "Jin jiyan e, em bi wêrekî jiyanê diparêzin" dê di 2'yê Sibatê de konferansê pêk bîne.    Dê li Tirkye û Kurdistanê qasî 300 delege beşdarî konferansê bibin. Di konferansê de jinên di HDP'ê de cih digirin û hevkarên HDP'ê jî dê tev li konferansê bibin.   Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku ew armanc dikin konferanseke ku nîqaşên cuda û fikrên cuda li dar bixin û ev tişt got: "Emê di vê konferansê de der barê serdema nû de bi ruhekî bi hêz û moraleke serkeftî siyaseta jinê nîqaş bikin. Em dixwazin bidin nîşan ku li dijî desthilatdarî û faşîzma AKP'ê, HDP bi hêz û bi hêvî ye."   ‘HDP Û JIN WEKÎ GEFEKÎ DÎTIN’   Taşdemîr aşkera kir ku li dijî partiya wan êrîşên cidî hene, di vê pêvajoyê de diçin kongreyê û di vê mijarê de vîneke mezin danîne holê û wiha axivî: "Em wekî Meclisa Jinan a HDP'ê di vê pêvajoyê de di nav amadekariyên mezin de ne. Di vê pêvajoyê de hevserok, wekîl, siyasetmedar, hevşaredar û saziyên jinan tev hatin girtin. Di roja îro de bi êrîşa li dijî Efrînê re deket asta herî jor. Li gel ew qas tişt tişta ku wekî gefekê li dijî xwe dibînin fikra HDP'ê ye. Têkoşîna jinê û ya gelan li dijî xwe wekî xetereyekê dibînin."   ‘DI VÊ PÊVAJOYÊ DE HERÎ ZÊDE PÊWÎSTÎ BI HDP'Ê HEYE’   Taşdemîr da zanîn ku li dijî vê polîtîkayê têkoşîn û berxwedana jinê gelekî girîng e û wiha pê de çû: "Dema em vê pêvajoyê dinirxînin em kêmasiyên xwe û tişta ku divê bê kirin jî dinirxînin. Polîtîkaya AKP'ê li dijî kurd, jin û gelan bi xeter e. Ji ber ku destkeftiyên jinan di bin xetereyên mezin de ne." Taşdemîr li ser naveroka konferansê jî rawestiya û aşkera kir ku ew ê pêşeroja xwe nîqaş bikin, dê nîqaşên bi hêz û bi coş derkevin holê û ev dê siyaseta HDP'ê ya rojên pêş diyar bike.   Taşdemîr bal kişand ser êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî efrînê, got ku ev êrîş pergala azadîxwaz û demokratîk dike armanc û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nijadperestî sor kirin û dixwazin hemû beşên civakê bi nijadperstiyê bînin rê. Li ser dijberiya kurdan siyasetê bi pêş dixin û bi vê rêyê peyaman didin. Bi vê siyasetê raste rast êrîşê li dijî Efrînê bi pêş xistin. Hemû cîhan jî dizane Efrîn ji bo Tirkiyeyêne gef e. Pergala li wir pergaleke demokratîk û azadîxwaz e."   'DIVÊ JIN BI HEV RE BIN'   Taşdemîr êrîşên li dijî pergala demokratîk û azadîxwaz a Efrînê bi bîr xist û bang li jinan kir ku xwedî li vê pergalê derkevin û wiha got: "AKP wê hişmendiya ku seriyan jê dike, jinan li kolanan difroşe, yek neteweyî esas digire ji bo xwe hêjatir dibîne. Divê gelên li Tirkiyeyê û bi taybetî jin vê yekê bizanibin û li dijî vê pergalê derên. Kongreya me ji bo hemû beşên demokrasiyê dixwazin pêk tê û li ser van esasan divê her kes hêza heyî xurt bike."   MA / Dîren Yurtsever