Kerestecîoglu: Em ê girîngiya Peymana Stenbolê vebêjin 2021-05-02 09:47:55   ENQERE - Komîsyona Lêkolînê ya bi Armanca Diyarkirina Sebebên Tundiya li Dijî Jinan û Girtina Tedbîran, Hatiye Avakirin" ya ji bo 3 mehan hatiye avakirin, yekemîn civîna xwe li dar xist. Endama Komîsyonê û Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, diyar kir ku rola wan a di komîsyonê de vegotina girîngiya Peymana Stenbolê ye û dê di Peymana Stenbolê de israr bikin.    Di 9'ê Adarê de li meclîsê  "Komîsyona Lêkolînê ya bi Armanca Diyarkirina Sebebên Tundiya li Dijî Jinan û Girtina Tedbîran" hat avakirin. Komîsyonê yekemîn civîna xwe li dar xist. Komîsyona lêkolînê ji bo 3 mehan hat avakirin û dê 3 mehan lêkolînê bike. Lê bêyî komisyona berê erk û rola xwe pêk bîne, avakirina vê komîsyonê pirsên din di mejiyan de hişt.    KOMÎSYON HEYE LÊ RAPOR TUNE YE   Berê jî komîsyona ku ji bo sedema tundiya li dijî jinan lêkolîn bike hatibû avakirin. Lê vê komisyonê tu rapor amade nekirin û parve nekirin. Di 25'ê Mijdara 2014'an de “Komîsyona Lêkolîna Li Meclîsê ya bi Armanca Diyarkirina Sebebên Tundiya li Dijî Jinan û Girtina Tedbîran" hatibû avakirin. Komîsyonê heri dawî di 2'ê Nîsana 2015’an de civîn li dar xistibû. Komîsyonê piştî 16 civînan dawî li xebatan anî. Dîsa di dawiya  sala 2018'an de Komîsyona Meclîsê ya Wekheviya Firsenda di Navbera Jin û Mêr de (KEFEK) hatibû avakirin. Komîsyona jêr a Pêkanîna Çalak a Peymana Stenbolê" jî herî dawî di 12'ê Sibata 2020’an de civîna xwe pêk anî. Xebatên vê komîsyonê jî bi dawî bûn, lê heta niha tu rapor amade nekir.    KOMÎSYONA DAWÎ DÊ 3 MEHAN BIXEBITE   Herî dawî di 9'ê Adarê de Komîsyona Lêkolînê ya bi Armanca Diyarkirina Sebebên Tundiya li Dijî Jinan û Girtina Tedbîran" hat avakirin. Komîsyon dê 3 mehan kar bike. Komîsyonê yekemîn civîna xwe li dar xist. Endama Komîsyonê û Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, diyar kir ku rola wan a di komîsyonê de vegotina girîngiya Peymana Stenbolê ye û dê di Peymana Stenbolê de israr bikin. Kerestecîoglu, anî ziman ku piştî ev komîsyon hat avakirin îmzeya Peymana Stenbolê vekişandin û wiha got: “Komisyon dê 3 mehan bixebite. Herî zêde dikare mehekê xebatên xwe dirêj bike. Ji ber vê yekê mirov nikare li bendê be ku gelek pirsgirêkan çareser bike. Ez sal û nîvekê di Komîsyona jêr a Pêkanîna Çalak a Peymana Stenbolê de xebitîm. Komîsyonê li hemû saziyan guhdar kir. Baro, endamên darazê, KADEM jî di navde gelek saziyên jinan tev lê bûn. Hemûyan bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê. Hemûyan xwest ku xebatên wê bên çalakkirin Komîsyonê piştî salek û nîvê xebatên xwe xelas kir. Lê niha nêzî salekê ye em li pey raporê dibezin. Heta niha vê komîsyonê rapor parve nekiriye. Ji ber ku dema ev rapor bê weşandin dê nîşan bide ku Peymana Stenbol bi awayekî çalak neketiye meriyetê. Ji ber ku hat diyarkirin ku Peymana Stenbolê bi awayekî çalak ketibûya meriyetê dê rê li pêş tundiyê hatiba girtin."    WEKÎ DIKIN XUYA DIKIN LÊ...    Kerestecîoglu, herî dawî da zanîn ku karê wan ê ewil, raporên komîsyonên berê kom bikin û biweşînin û wiha axivî: "Eger bi rastî dixwazin tiştekî bikin, divê berî her tiştî arşîvê komî ser hev bikin. Piştî xebata arşîvê, dê karibin xebatekê dînin pêş xwe. Divê berî her tiştî li xebat û raporên komîsyonê berê binerin û plansaziyekê dînin pêş xwe. Lê ez bawer nakim ku armanc ev be. Li vir dixwazin ku wekî xebatê dikin bên nîşandan. Em ê di her civînê de li ser girîngî û wateya Peymana Stenbolê rawestin û vebêjin. Em ê hewl bidin ku betalkirina îmzeya peymanê betal bikin."    MA / Zemo Aggoz