Kesekî Roja Dayika pîroz bike nehiştine 2021-05-08 09:01:09 RIHA – Emîne Şenyaşar ku zarokên wê li ber çavên wê qetil kirin, derbarê Roja Dayikan de ev tişt got: “Kesekî ku roja min pîroz bikin nehiştin. Celal û Adilê min roja min pîroz dikirin. Wan jî j imin girtin. Fadilê min jî kirin girtîgehê.” Her sal yekşema duyemîn a meha gulanê weke Roja Dayikan tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê dema ku dayik tên gotin Dayikên Şemiyê ku zarokên wan bi awayekî faîlî meçhul hatine kuştin û Dayikên Aştiyê ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane tên hişê mirov. Ji bilî Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê, di salên dawîn de Emîne Şenyaşar jî ji aliyê raya giştî ve tê nasîn.      ŞAHIDA KOMKUJIYÊ   Zarokên Emîne Şenyaşar Celal û Adil Şenyaşar di sala 2018’an de 10 roj beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê ji aliyê parastvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Bi zarokên wê re hevjînê Emîn Şenyaşar Haci Esvet Şenyaşar jî hat qetilkirin. Zarokên Şenyaşar li ber çavên wê hatin qetilkirin. Herî dawî ji ber komkujiyê 37 sal ceza li kurê Emîne Şenyaşar Fadil Şenyaşar hat birîn. Rexmî ku bûyer hem li cihê kar û hem jî li nexweşxaneyê derbas bûye jî heta niha têkildarî beşa li nexweşxaneyê biryara nepeniyê heye.    NOBETA EDALETÊ   Destpêkê di 10’ê îlona 2019’an de Emîne Şenyaşar bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re li dijî bêedaletiya ku li wan tê kirin, li ber Edliyeya Riyayê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Dema ku çalakî berdewam dikir Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel bi Serdozgerê Komarê yê Rihayê re hevdîtin kir û sozê ku dê heta mehekê dosya veguhere dozê girt. Piştî vê malbatê dev ji çalakiya xwe berda. Di 16’ê kanûna 2020’an de jî malbat çû Serokatiya AKP’ê ya Bajar  û xwest hevdîtinek pêk bîne. Ji ber ku hevdîtin pêk nehat Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber avahiya AKP’ê dest bi çalakiyê kirin. Li vir hatin binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    HERÎ ZÊDE DAYIKÊN AŞTIYÊ PIŞTGIRÎ DIDIN WAN   Herî dawî jî di 9’ê adara 2021’an de Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, bi daxwaza ku qeydên li nexweşxaneyê derkevin holê, biryara nepeniyê ya li ser dosyayê bê kirin û faîlê bûyerê yên berdayî bên girtin li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Roja ku çalakiya Malbata Şenyaşar dest pê kiriye ve herî zêde Dayikên Aştiyê û saziyên jinan piştgirî didine malbatê.    Malbata Şenyaşar ji 30’ê nîsanê ve ji ber qedexeya pandemiyê li mala xwe ya navçeya Pirsûsê çalakiya xwe didomîne.  Ji destpêka çalakiya xwe ve Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 4 hatine binçavkirin.    HESRETA WÊ ZAROKÊN WÊ NE   Piştî bûyera ku bi serê wan de hat wê Emîne Şenyaşar careke din Roja Dayikan bi xemgînî pêşwazî bike. Hesreta herî mezin a Dayika Emîne, zarokên wê li gel wê bin. Şenyaşar, da zanîn ku berê timik zarokên wê bi gulan roja wê ya dayikan pîroz kirine û wiha got: “Roja Dayikan e li kesekî ku ku roja min pîroz bike nehiştine. Celal û Adilê min roja min pîroz dikin lê wan ji min girtin. Fadilê min jî avêtin girtîgehê. Ez ê xwe bi qurbana wan bikin.  Dayika we bêyî we nikare cejn û rojan derbas bike. Ji cihên ku hûn lê raketine rabin, weke berê destê min maçî bikin. Ez we hembiz bikim. Zaliman we j imin girtin. Roja dayikan niha ji bo min eş e.”   TENÊ WÊNE HEYE…   Şenyaşar, got ku ew ê dev ji sozê “edaletê” ku daye zarokên xwe bernede û ev tişt anîn ziman: “Ez niha nobeta edaletê li mala xwe didomînim. Bila kurê min berdin. Êdî bila ev zilm bi dawî bibe. Ev çawa edalet e? Qeydên nexweşxaneyê hatine veşartin. Kesên zarokên min kuştin li derve ne. Ev kes çima nayên girtin? Em diçin cen dozger me qebûl nake. Li avahiyên edliyeyan wêneyên mêzînan çêkirine, tê gotin ku edalet heye lê kurê min ê bêsûc 3 sal e girtî ye.”   DINYAYÊ BIHÎST    Di dawiya axaftina xwe de Şenyaşar destnîşan kir ku li pey “Rastiyê” ye û ev tişt gotin: “Zarokên min li nexweşxaneyê li ber çavên min hatin qetilkirin. Li kudera dinyayê hatiye dîtin mirov li nexweşxaneyê tên qetilkirin? Heke ser vê komkujiyê bê girtin dixwazim ku kesên serê bigirin jî êşa ku em dikişînin bikişînin. Bila kezeba wan jî weke ya min bişewite. Dozger çima rastiya vedişêre? Vê zilmê hemû dinyayê bihîst hûn çima vedişêrin, qê bi we re wijdan tuneye? Kî zarokên min kuşt?”    MA / Emrûllah Acar