Dayika hewl dide bi 600 TL'yî debara 4 zarokên xwe bike: Kî dibêje xizanî tune ye? 2021-05-08 09:01:13 AMED - Remziye Yel a 59 salî ku li Amedê tevî 4 zarokên xwe di xaniyekî kavilbûyî de dimîne û ji bo debara zarokên xwe bike nêrdewana paqij dike, got: "Wezîr dibêje, li welatê me xizan tune ne. Çawa tune ne? Bila were vî halê me yê perîşan bibîne."  Li Tirkiyeyê bi kûrbûna krîza aborî re, betalî jî pir zêde bûye. Ji ber ku her roj tişt biha dibin êdî welatî nikarin debara xwe bikin. Li Amedê yek ji kesên tevî 4 zarokên xwe bi zorê debara xwe dike jî Remziye Yel a 59 salî ye.    BI SALAN TAHDE LÊ HAT KIRIN    Remziye Yel li Taxa Mevlana Xalid a navçeya Rezan a Amedê di xaniyekî du odeyî û kavilbûyî de dimîne. Di 25 saliya xwe de bi pismamê xwe re zewiciye. Hevjînê wê bi salan tahde lê kiriye. Ji ber xizaniyê zarokek wê jiyana xwe ji dest daye.    MEHÊ 600 TL BI DEST WÊ DIKEVE    Yel, piştî 34 salan dev ji hevjînê xwe berdaye û niha ji bo debara xwe bike, nêrdewanên avahiyan paqij dike. Yel, diyar kir ku mehê 600 lîre bi dest wê dikeve û 250 lîreyê vî pereyî dide heqê kirê û yê mayî jî dide heqê ceryan û avê.    'BILA WER HALÊ ME BIBÎNE'    Yel, halê ku tê de ye wekî "rezîltî"yê pênase kir û destnîşan kir ku bi milyonan mirov di şert û mercên birçîbûniyê de dijîn. Yel, nerazîbûna xwe ya ji bo daxuyaniyên îqtidarê jî anî ziman ku îqtidar dibêje li Tirkiyeyê xizanî tune ye.   Yel got: "Wezîr dibêje li welatê me xizanî tune ye. Çawa tune ye? Bila were vî halê me yê perîşan bibîne. Em betal in û perîşan in."    NE MIROVATÎ YE!    Yel, bilêv kir ku ji ber ku her tişt biha bûye, êdî tiştê qezenc dike jî têra wan nake û got: "Xaniyê me bi ser me de tê xwarê. Zivistanê em germ nabin. Ji bo serşoyê em diçin cîranan. Havîna pir ne mesele ye, lê zivistanê pir xirab e. Gava baran tê, xanî dilopan dike. Ew di nav jiyaneke luks de ne, em jî li cihekî ku heywan jî nikarin lê bijîn dimînin. Ev ne mirovatî ye. Gava dilê zarokên min dibije tiştekî nikarim bikirim. Li ber dikevim. Erê em feqîr in, lê ma gere em bimirin?"    Keça wê Hasîbe Yel a 28 salî jî betal e. Yel, diyar kir ku îro jî ji bo kar serî li gelek cihan daye, lê belê kes lê venegeriyaye. Yel got: "Ev ne edalet e. Ji bo serşûştinê diçim mala hevalên xwe. Şertên em tê de ne perîşantî ye. Aliyê xizmên xwe dikin, lê gava dor tê me tune ye. Em dixwazin di xaniyekî baş de bimînin. Em dixwazin kar û barek me hebe."    MA / Eylem Akdag