Jinan bang kir: Em ê teslîm nebin 2021-05-11 15:40:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan di salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê de diyar kirin ku ew ê teslîmî pergalê nebin û ew ê civakek wekhev û azad bi hev re ava bikin.    Îro salvegera 10’emîn a îmzekirina Peymana Stenbolê ye. Bi wesîleya rojê li hin bajaran hin çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.    Parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Zuleyha Gulum, Dilşat Canbaz Kaya û Serpîl Kemalbay li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê heta Meydana Galatasarayê meşiyan. Pankarta “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, Peymana Stenbolê dide jiyandin” hildan û dirûşm berz kirin. Parlamenteran daxuyanî da.    Her wiha bi wesîleya rojê li Enqereyê Platforma Peymana Stenbolê Ya Me Ye daxuyaniya nivîskî weşand, li Hatayê Jin Bi Hev Re Hêzdar in li ser onlaynê civînek li dar xist, Platforma Jinan a Edeneyê daxuyaniya nivîskî belav kir, Li Şirnexê Platforma Jinan KESK’ê daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyan û çalakiyan de hat destnîşankirin ku ew ê teslîmî pergalê nebin û ew ê civakek wekhev û azad bi hev re ava bikin û ev peyam hat dayîn: “Em ê dev ji maf, jiyan û Peymana Stenbolê bernedin.”